Çîçek Botan, Rustem Cûdî û Elîşêr Koçgirî hatin bîranîn
Çîçek Botan, Rustem Cûdî û Elîşêr Koçgirî hatin bîranîn
Çîçek Botan, Rustem Cûdî û Elîşêr Koçgirî hatin bîranîn
Li gel Endama Meclîsa PKK'ê û Endama Konseya Leşkerî ya HPG'ê Çîçek Botan, Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Rustem Cudî û Endamê Meclîsa PKK'ê û Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Elîşêr Koçgirî 11 gerîlayên ku di Cotmeha 2011'an de ji ber êrîşeke hewayî ya artêşa Tirk a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekê hatin bîranîn.
Di merasîma leşkerî ya li Goristana Şehîdan a Şehîd Bêrîvan de Rojhat Cîlo axivî û destnîşan kir ku milîtanên beriya du salan jiyana xwe ji dest dan, di şert û mercên gelekî zehmet de wezîfe hilgirtine ser milên xwe û got, "Ev hevalên me, bi salan ji bo welat û gelê xwe, xwe feda kirin. Yek armanca şehîdên têkoşîna azadiyê heye. Ew jî, ji bo azadiya welat û gelê xwe, ji bo nasname û rizgariya xwe, fedakirina canê xwe ye."
Cîlo di dewama axaftina xwe de got, "Ji bo neteweya Kurd, axa Kurdistanê bigihêje pêşerojeke azad, ew mîna rêberan xwedî li wezîfeyên xwe derketin. Ji bo wan wezîfeya herî girîng azadiya gelê Kurd bû, xwe li gorî vê amade kiribûn. Qet li xwe nefikirîn, neketin nava gumanên takekesî û ji wezîfeyên xwe re pêşengî kirin. Ji Koçgirî heta Botanê ji Botanê heta Zagrosê, meşa azadiyê li gel bêderfetiyan meşandin." Cîlo destnîşan kir ku asta heyî di encama berdêlên gelekî giran de bi dest ketiye.
Cîlo diyar kir ku gelê Kurd ruhê xwe yê têkoşînê ji Egîd, Mazlûm, Zîlan û Bêrîtanan û temsîlkarên wan Rustem, Çîçek û Elîşêran digire û got, "Em dikarin bi hêza wan dane me, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bimeşînin. Bi vî rengî em dikarin bersivê bidin wan."
Li dû merasîmê, gora Ş. Çîçek û gerîlayên din ên jiyana xwe ji dest dane yek bi yek hatin ziyaretkirin.