Çîftçî ya YPJ’yî û Atak ê YPG’yî bi girseyî hatin oxirkirin
Çîftçî ya YPJ’yî û Atak ê YPG’yî bi girseyî hatin oxirkirin
Çîftçî ya YPJ’yî û Atak ê YPG’yî bi girseyî hatin oxirkirin

Cenazeyê şervana YPJ’ê Neslîhan Çîftçî (Tovlîn Cûdî) li Colemêrgê û cenazeyê şervanê YPG’ê Ozel Atak (Çiya Leylo) li gundê Zerel ê Geverê ku li Qamişlo di şerekî dijî çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmekî dehhezaran hatin definkirin.
Cenazeyê şervana YPJ’ê Neslîhan Çîftçî (Tolvîn Cûdî) a li bajarê Qamişlo yê Rojava di şerekî dijî çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbata wê û rêveberên MEYADER’ê ve ji Amedê hat girtin, pişti li ser rêya Wan-Colemêrgê ji aliyê karwanekî bi sedan wesayîtan hat pêşwazîkirin bi merasîma cenaze ya bi hezaran li Goristana Şehîtlik hat definkirin.
Endamên rêxistina civaka sivîl, BDP, HDP, Meclîsa Bajêr a Colemêrg, hevşaredar jî di nav de bi hezaran kes ku tevlî merasîma cenaze bûn, cenaze piştî li cihê Çîftlik hat pêşwazîkirin birin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Piştî cenaze ji nexweşxaneyê hat girtin girseyê alên YDG-H, KCK, PKK’ê vekirin û wêneyên YPJ’yiyan li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û heya goristanê bi dirûşmayên “Şehîd namirin”, “Li ber xwe bide Kobanê Colemêrg bi te re ye” Tolhildan” û “Ji bo aştê û azadiyê şer” meşiyan.
Cenazeyê Çîftçî yê li alên PKK û YPJ’ê pêçandin anîn goristanê bi duayan spartin axê. Pişti merasîma definkirinê Serokê Şaxa Colemêrgê yê MEYADER Ramazan Elmas ku axivî, ji bo malbatê sersaxî xwest û got: “Ez dixwazim bang li eşîrên mezin bikim. Werin bibînin eşîreta herî mezin eşîreta ku şervanan YPJ’ê Çîftçî û hevalên wê di nav de tevgera aştiyê ye. Ji ber ku gelê Kurd êdî yek malbat e.” Elmas diyar kir li Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên Emperyalîst ve xwestin ku DAIŞ mezin bikin û wiha dewam kir: “Hinek ên tevlî DAIŞ’ê dibin bi cîhad û cenetê tên xapandin. Cîhadîstên herî mezin ên li vir Şehîd Tovlîn û hevalên wê ne” û banga xwedîderketina li Rojava kir.
Apê şervana YPJ’ê Çîftçî, Nurettîn Çîftçî ku li ser nave malbatê axivî, got: “Serê Rêbertî sax be. Roja me ne roja şînê ye. Ji ber ku ev şoreşeke. Roja me roja meşandina şoreşê ye.” Piştî axaftinan bi şêweyekî girseyî ji bo malbata Çîftçî sersaxî hat xwestin li gundê Dizê bi pêşengiya MEYADER konê taziyê hat vedan.
JI BO ŞERVANÊ YPG’Ê ATAK LI GEVER TAZIYE

Cenazeyê şervanê YPG’ê Ozel Atak (Çiya Leylo) ê di 16’ê Îlonê li gundên Şermûx û Ebû Qesayîb ên girêdayî bajarê Qamişlo yê Rojava dî şer û pevçûneke li dijî çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da, piştî kar û barên otopsî yên li Amedê ku anîn navçeya Geverê ya Colemêrgê li nêzî Pira Şakita ji aliyê bi hezaran kesî ve hat definkirin.
Karwanê cenaze ku ber bi Zêrêl ve derxistin rê, gel ê li ser rê karwanê cenaze bi dirûşmayan pêşwazî kirin. Piştî wecîbeyên olî yên li mizgeftê cenaze ber bi goristanê ve bi şêweyekî girseyî birin. Di rê de girseyê posterên Ocalan li gel alên PKK û KCK’ê hildan heya goristanê bi dirûşmayên “Şehîd namirin”, “Qatîl DAIŞ û hevalbend AKP”, “Bijî berxwedana Kobanê” û “Tolhildan” meşiyan.
Piştî cenazeyê şervanê YPG’ê Atakan bi duayan hat definkirin, ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk a Geverê Vahît Şahînoglu ku li vir axaftinek kir, got: “Em ê bi şêweyekî layîqê şehîdên xwe têkoşîna xwe di asta herî bilind de berdewam bikin.”
Bavê Atak, Kazim Atak ji got: “Şehîd ne tenê şehîdê min e, şehîdê tevahî Kurdistanê ye. Serê Rêber Apo û gelê Kurd sax be.” Piştre girse bi tilîlî û dirûşmeyan ji goristanê veqetiya.