Cigare herî zêde ziyanê dide welatên kêm pêşketî!

Cigare herî zêde ziyanê dide welatên kêm pêşketî!

Tobacco Atlas (Atlasa Tuntinê) ya mirinên ji ber cigareyê li seranserê cîhanê nîşan dide hate weşandin. Li gorî daneyên atlasê, ji sedî 80’yê mirinên ji ber berhemên tutinê çêdibin, li welatên kêm pêşketî pêk tên.

Atlas ji aliyê Komeleya Penceşêrê ya Amerîka û Weqfa Cîhanê ya Kezeba Spî (cegera spî) hate amadekirin. Li gorî atlasê,di nava nexweşiyên ku mirov dikarin pêşî lê bigirin de nexweşiyên ji ber berhmenên tutinê di rêza yekemîn de ne. Cigare nexweşiyên penceşêr û krîza dil zêde dike.

Nexweşiya jana zirav (werem) ku li welatên kêm pêşketî belav dibe, di karanîna cigareyan de rîskek din bi xwe re tîne. Li gorî atlasê dê di navbera salên 2010-2050 de 40 milyon mirovên li welatên kêm pêşketî dijîn, dê ji ber nexweşiya êşa zirav û tiryakiya cigareyê jiyana xwe ji dest bidin.

Di atlasê de tê gotin ku li welatên pêşketî jî karanîna cigareyê her ku diçe kêmtir dibe. Lê li hemberî vê li welatên kêm pêşketî û li ber pêşketinê karanîna tiryaka cigareyê zêde dibe.

Li gorî daneyên NY’yê di sedsala 21’emîn de milyarek mirov dê ji ber karanîna cigareyê û nexweşiyên cigareyê bimirin.