Cîhan -li rexmê DYA’yê- aşitîxwaztir bûye!

Cîhan -li rexmê DYA’yê- aşitîxwaztir bûye!

Li gorî rapora salane ya ji aliyê Estîtuya Aborî û Aşitiyê ya Amerîkayê ve hat weşandin, di van du salên dawiyê de her çendî DYA alîgirê pevçûnên çekdarî ye jî, cîhan gihiştiye rewşek aramtir û bi aşitî. Di raporê de Tirkiye jî di nava welatên tundî lê zêde bûne de ye.

Di rapora şeşemîn a ji aliyê saziya navborî ve hat weşandin de, li seranserê cîhanê krîterên weke; pevçûnên çekdarî, butçeya ji bo çekan, firotina çekan, rêzdariya di girtîgehan de li hemberî mafê mirovan tên nirxandin.

Saziyê rapora xwe ya 2012’ê de li gorî 23 faktoran amade kirye û bal dikişîne ku li rexmê her tiştê pevçûnên çekdarî û nearamiya civakî ya li herêmên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîkayê kêm bûye. Her wiha saziyê herêma Bakûrê Efrîkayê ji lîsta herêmên herê “nearam” ên cîhanê derxist.

Di lîstê de ji ber bandora Bihara Ereban, li welatên weke Misir, Tûnis, Lîbya, Yemen û Sûriyeyê daketinek heye. Tirkiye di lîsta aramiyê de ji nava 158 welatan di rêza 130’yemîn de ye. Welatê di vî warî de herî serkeftî jî Îzlanda ye. Di rêza dawiyê de jî Somalî heye. Tirkiye di rapora îsal de 2 rêzan paş ve çûye. Li gorî heman raporê Tirkiye di sala 2007 de di rêza 91’emîn de bû.

Li gorî raporê, pevçûnên ku DYA aliyek ê wê be, di cîhanê de rê li ber zêdebûna tundiyê vekirine. Di raporê de tê diyarkirin ku lêçûnên DYA’yê yên ji bo çekan, gihiştiye asta serdema Şerê Sar û hat diyarkirin ku DYA di van 50 salên dawiyê de welatê herî zêde bûye aliyê pevçûnên çekdarî ye.