Cîhan naxwaze komkujiyê bibîne
Cîhan naxwaze komkujiyê bibîne
Cîhan naxwaze komkujiyê bibîne
Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd diyar kir ku komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê rû dane bi awayekî zelal li pêşiya çavê cîhanê pêk hatine, lewma pêwistî nîne ku komîsyonek biçe komkujiyê lêkolîn bike ka heye yan na. Komîteyê destnîaşn kir ku komîsyon wê zor û zehmetiyên jiyanî yên Rojava lêkolîn bike.
Endamên Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî a Kurdistanê Fewza El Yûsiv û Rêzan Cawîd encamên civîna der barê Rojava de ji ajansa DİHA re nirxandin. Fewza El Yûsiv destnîşan kir ku li ser mijara komkujiya Til Eran û Til Hasil tevahiya endamên komîteya amadekar helwesta xwe bi awayekî vekirî dan nîşandan ku tu pêwîstî bi lêkolînkirina van komkujiyan tuneye û wiha got: "Jixwe rastiya van komkujiyan ji aliyê hêzên navneteweyî ve hat piştrastkirin û şermezar kirin. Lewra bangawazî û şandina komîsyonê hem jî çûyina vê heyetê pir dereng maye û bê wate ye. Bûyerên kû li Rojava diqewimin, rewşa gel ya aborî û ewlehiyê ji aliyê hemû çapemeniya cîhanê ve tê aşkerekirin. Lewma pêwîstî bi lêkolînan tune ye. Ji ber vê yekê ji sedî 99’ê kesên amade bûn diyar kirin ku armanca çûyîna vê komîsyonê ne lêkolîn e, tiştek cuda ye. Tevî ku rastî li ber çavan e jî, çûyîna vê komîsyonê bi serê xwe nîşana pirsê di serê mirovan de dide çêkirin. Yanî wisa xuya ye ku hinek alî bawer nakin ku komkujî pêk hatibe.”
'BERIYA HER TIŞTÎ DERİYÊ SÊMALKA VEKIN'
El Yûsîv anî ziman ku hewldanên wan yên ji bo rakirina ambargoya li ser Rojava û vekirina deriyê Sêmalka bê encam ma û deriyê sînor yê Sêmalka hêj nehatiye vekirin.
El Yûsiv diyar kir ku di rewşa heyî de pêwîstiya gelê Rojava bi hêzên leşkerî tune ye û got, eger hêzên Başûr dixwazin destekê bidin Rojava, divê beriya her tiştî deriyê Sînor yê Sêmalka vekit û wiha berdewam kir: "Lê weke tê zanîn pêwîstiya Rojava bi parastinê tuneye. Jixwe hêza ku wan diparêze Yekîneyên Parastina Gel (YPG) heye. Eger qehremantî jî be, YPG qehremantiya herî mezin nîşan dide. Eger fedayitî jî be, asayişa me gelek caran ji bo êrîşên xwekujî asteng bikin canê xwe feda kirin. Bi kurtî dikarim bêjim pirsgirêka parastinê ya gelê Rojava tuneye. Pirsgirêka gelê Rojava, pirsgirêka, xwarin, vexwarin û pêdiviyên jiyanî ye. Ji ber kû hemû derî girtine em nikarîn van pêdiviyên gelê xwe bînîn cih. Ev pêdivî jî bi riyên qaçax kesek nikare bîne cih. Lewma çi dibe bila bibe divê deriyê Rojava were vekirin. Ya din jî komîteya amadekar bi tu awayi tevlî vê nêrina parastina Rojava nebû û nepejirand.”
DÊ KOMÎSYON RAPORÊ AMADE BIKE
Endamê Komîteya Amadekar Rêzan Cawîd diyar kir ku ew wek komîteya amadekar dibêjîn komîsyon tenê dikare ji bo destnîşankirina pêdiviyên gelê Rojava û çareserkirina pirsgirêka deriyê sînor biçe Rojava. Cawîd da zanîn ku dê komîsyon encama lêkolînên xwe bi raporekê pêşkeşî komîteya amadekar a Kongreya Neteweyî a Kurd bike.
Rêzan Cawîd der barê hewldanên şandina hêzên çekdarî ji bo Rojava wiha got: "Nabe ku tu aliyê Kurdistanê bi biryara xwe hêzeke çekdarî ji bilî YPG li Rojava saz bike. Ev wê rê li ber pirsgirêkên mezin veke û xizmeta şoreşa gelê Rojava jî neke. Jixwe rêveberên PYD û Tevgera Civaka Demokratîk ragihandine ku pêwîstiya wan bi tu hêzên leşkerî tune ye.”