Cihê erdhej û şewatê: Lice

Cihê erdhej û şewatê: Lice

Lice..

Cihê erdhej û şewatan.. 
Licê ji aliyê cih û şaristaniyê ve herêmeke gelek kevn. Herêmeke stratejîk û çiyayî. Şopên mirovên dema şikeftan ku 10 hezar berî îro jiyan e li herêma Licê hene.Lê bajarek waha qedîm û xwedî dîrokek mezin her dem ji aliyê dagirkeran ve hatî talan kirin.Ji ber vê yekê bû ku gelê heremê digot bajara erdhej û şewatan.

Sal 1925

Piştî serhildana şeyh Saîd, Kemalîstên ku desthilatdarbûn, navçeya Lîcê ji ber helwesta wan ya di serhildanê,gelek pêşeng û rûsipiyên licê hatin qetilkirin.

Salên 60'î

Ji ber sedemên belengazî û xwedî derneketina dewleta Tirk,gelê licê dest bi baziganiya sînoran kirin. Debara xwe bi vê bazirganiyê bidestdixistin. Hêzên dewletê ji bo pêşîgirtina vê yekê, her dem erişî wan dikir. Û gelek mirovên Lîcê ji aliyê eskeran ve hatin qetil kirin,hin kes jî  seqet man.

Sal 1975 

Di encama erdhejê de nezikî 3 hezar mirov jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes birîndarbûn.Dewlet ji bo pêçandina birînên Licê tu tiştek nekir.Mexdûrên erdhejê bi salan di Prefabrîkan de jiyana xwe domandin.

Sal 1978

Tevgera azadiya Kurdistan PKK li gundê Licê li Fîs hat damezirandin. Dîsa bi sedan cîwanên kurd tevlî nav refên gerîlla bûbûn.Lice ji nû de bû hedefa dewleta Tirk.

Sal 1991 

Li çiyayên Licê di encama çekên kîmyewî de gerîlayan jiyana xwe ji dest dabûn. Gelê licê li cenazeyên wan xwedî derketibû û ji bo wan goristanek taybet çêkiribû. Ev li Kurdistan yekemîn goristana şehîdan bû.Vedat Aydin jî di merasima cenazayen de cîh girtibû. Dewlet erişkiribû cîwanên Licê berê xwe dabûn çiyayên kurdistan, bûbûn gerîlla.

EW ROJ - 22 COTMEH 1993

Sal 1993

Ji Tugaya Bolû di bin fermandariya Tuggeneral Yavûz Erturk de hin leşker anîbûn Kurdistan û bi taybet li herêma Amedê dest bi şewata gunda û qetilkirina Kurdan kiribûn. Serfermandarê vê artêşa taybet ya kûjer Ilker Başbûg û Hasan Kundakçî bûn.Ilker Başbûg wê demê bi rûtba Tûmgeneraltiyê li Kurdistan wezîfe dikir.

Pasûr hatibû şewitandin û gav bi gav ber bi Licê dihatin.  Û di hedefa wan de ev car Licê hebû.

Lice xwedî dîrokek wiha bû. Lice ev yek jiyabûn û ji ber van sedeman herdem ji desthilatdar û dagirkeranre bûbû hedef.

Di sala 1993an de jî ji bo Licê biryara komkujiyek hatibû dayin. Di 22 cotmeha  93an de êdî hemû amadekarî hatibûn kirin û sibehê starta komkûjijya Licê hat dayin.

Rojek payizê bû dema rezan bû.Gelek gelê Licê yê ku li derve diman jî, ji bo rojên dema rez hatibûn ser axa xwe.Her tişt di xweşiyê de derbas dibû.
Lê li aliyê din tevgerek destpêkiribû.

Di 21 Cotmehê de 20 hezar leşker û çekên nûjen anîbûn li Licê bicîh kiribûn..Ji derdorê Lîcê dengê topan dihat. Gel hînê van denga bûbû. Gelek caran li çiyayên derdora Lîcê şer di qewimî. Rûniştvanên Licê van dengê topan her wekî operasyonên rûtîn guhdar di kirin. 

Sibeha 22 Cotmehê,rûniştvanên Licê li berderiyê xwe,  li ber beroşkan, li qehwexaneyan û di karê xwe yê rojane de bûn.Bi hatina wesayidek leşkerî, erişa Licê destpêkir.

PIŞTÎ KOMKUJIYÊ

Lê ev hovitî bi rojek sînorkirî nema dora rojê bi agahiya kûştina general Bahtiyar Aydin,Liceyiyan dizanibûn ku ev hovitiyê bi rojan dewam bike û wisa bû.Bi rojan ketin û derketina Licê hat qedexekirin.

Di 22 Cotmeh 1993an de  Tûggeneral Bahtîyar Aydin li Licê hat kûştin.  Kuştina bahtijyar Aydin îşareta rojên reş bû.PKKê daxwiyanî dabû û ev kuştin nedigirt ser xwe ji xwe sal derbasbû dewletê bi xwe îtirafkirr ku ji aliyê JÎTEM ve hatî kûştin.

Piştî ku eriş sekinî tabloya hovitiya wan derdiket holê.Bê mal û bê cîh mabûn.Her tiştê wan mal û dikkanê wan hatibûn şewitandin.Gelek kes hatibûn binçavkirin û êşkenceyek bê hemba de derbasdibûn.Bajêr hatibû dorpêçandin nedihiştin tu kes li hawara wan were.

Dengê çeka sekinîbû, lê ji nav alav û dûmana Licê, dengê qêrîn, zarîn û hawarê bilind di bû. Zarok bi rojan bû ku tî û birçîbûn.Ji bo razanê tu cîhek nemabû.Nexweş û birîndar bê derman bûn.

Li aliyek jî binçavkirin û îşkence hebû.Herkes li windahiyên xwe degiriyan..

CARDIN KOÇBERÎ

Koçkirin wek her carî. Di dîrokê de gelek caran wan riyên ku ji koçberiyê re şahidî kiribûn, Gelê Licê cardinan bi wan riya ketin. Berê xwe da koç û koçberiyê. Lê li licê bi tenê yên kal ê hin jin û zarok mabûn. Di sala 1994an de erişek din destpê kir. Li ser gelek kesan zextên cerdevaniyê hatin kirin. Hatin tehdît kirin. 

Dîsa wek ji dîrokê, ewê ev ax terkbikirina. Ji bo ku rojek cardinan vegerin û avabikin.
Ji şewatê ji talanê çi xelasbûbû komkirin, barkirin û birêketin.

Hin kes çûn Amedê, hin kes jî berê xwe dane metrepolên Tirkiyê û li wandera belavbûn..

HEYET LI LICÊ NE

Piştî komkujiyê ji her derê Tirkiyê gelek partî û saziyên sivîl yên civakî hewldidan ku herin Licê. Gelek kes hatin astengkirin. Wê demê serokê giştiyê CHPê Denîz Baykal jî nikaribû ku here Licê. Destûr nedabûn. Lê dîsa jî hin heyet xwe gîhandibûn Licê. Di nav van heyetan de yek jî heyeta parlementerê DEPê bû.

Di vê pêvajoyê de ev komkujî bala raya giştî ya Ewropa jî kişandibû. Ji Elmaniya kanalek Tv hat Licê û li vê derê dokumanerek amade kir.

Dîsa heyetek ji parlementerê Îtalyanî û ji saziyên sivîl ên civakî pêk dihatin çûbûn Licê. Ev heyeta yekemîn bû ku çûbûn wê der û bûbûn şahidên hovitiyê. Dema vegeriyan Îtalya bi daxwiyaniyek çapameniyê, çavdêriyên xwe bi raya giştî re parve kirin.

Dîsa di 23ê Cotmehê de Denîz Baykal û heyeta xwe, hewldan ku herin Licê, lê di rê de ji aliyê eskeran ve hatin seknandin.Û hewldanên wan bê encam man neçarî vegeriyan.Ev hewldanan wan di medyade jî cîh girtibû.

Di nav heyetê de rojnamevan û nivîskar Koray Duzgoren jî hebû.Di nivîs xwe ya 24ê Cotmehê de waha digot:

"Dûman ji ser Licê bilind dibû. Li Licê çi dibe, çi diqewime em hînê nizanin. Ji wan menzarayên trajîk ê ku me li heremê didîtbûn, wek wan em difikirîn. Dewlet bi tenê destûr dida ku Kameramanê TRTê bikevin wê derê. Nehiştin ez, kameramanê min, serokê partiya mûxalefetê, parlementer û ya herî girîng nedihişt ku yên zarokên wan, malbatan wan li Licêne, herin hundir..

Heyeta DEPê dema gihîşt cîhê komkûjiyê dîmenên ku dîtin,her tişt radixist ber çavan ku li vê axê çi qewimiye.

HIQÛQ Û DOZ

Ji bo vê komkûjiyê doz hatin vekirin. Parêzerên dozê ev doz birin DMME. Li vê derê doz bi encam bû û tirkiye hat mehkumkirin. Di encamnameyêde dihat gotin ku dewletê bi zanebûn mal û milkên Licê xerakirî û şewitandiye. Lê dîsa ji bo ku dewlet û liceyiyan lihevkin biryar hat dayin .Dewletê bi dayina tazmînatê dixwest ku sucê xwe yê vê komkûjiyê veşêre. Gelê Licê ev yek qebûl nekirin û li dij vê yekê derketin.

Kurdan hêvî û baweriya xwe ji hiqûqa tirkiyê birîbûn û berê xwe dabûn dadgeha mafên mirovan ya Ewropa. Parêzerê dozê Hasîp Kaplan di sala 1996an de serî li vê dadgehê da. Doz 6 salan dewam kir.

Doza ku li vê dadgehê bi salan dewam kir, di encam de cezayek tazmînatê yê mezin da dewleta Tirkiyê. Ji bo 247 kesan 2 mîlyon 500 hezar Sterlîn ceza hatibû dayin.

Li gor biryarê dewletê 5 hezar Sterlîn da kesên xwediyên cîhê kar.10 hezar ji bo yên malê wan hatî şewitandin. 15 hezar jî da xizmên yên ku hatina kûştin.

SAL DERBAS BÛN

Sal derbasbûn der barê vê komkûjiyê de hin agahî bi destdiketin, hin îtiraf dihatin kirin û hin rastî derdiketin holê. Ji van agahiyan yek jî agahiyên ku di kovara Tempo de hatin nivîsandin bûn. Di kovara Tempo de berpirsyariya Îlker Başbûg ya dema ku li Kurdistan Tumgeneral bû ye û fermana komkujiyê dayiye hatibû nivîsandin.

Wê demê konseptek bû dabûn destpêkirin û rêvebirên vê konseptê jî Îlker Başbûg bû. Di komkûjiya Licê de cîh girtibû. Fermana komkûjiyê wî dabû.

Alîgirê serokwezîrê demê Murat Karayalçin di axaftinek xwe de,  li ser vê komkûjiyê waha digot:

Di bûyêra Licê de gelek 
avahî û cîhê kar yên  
sivîl xesar dîtinin.
Di dest me de hin agahî 
henin ku ev yek ji aliyê 
PKKê ve pêknehatiye.

Ji bo kûştina Bahtijyar Aydin jî di doza Ergenekon de hin şahidên veşartî derketin û wiha digotin.

Di sala 1993an de TSKê, li dijî PKKê operasyonek dabû destpê kirin. Di bêtêlên leşkerê Tirk de agahiyek derbas bû û digotin „paşve bikişin Paşa hat kuştin“. Paşa ji aliyê PKKê ve hat kuştin an na, li ser vê yekê bi hin PKK'yan re hevdîtinê min çêbûn. Gotin li dijî Paşa operasyonek hat organîzekirin. Wî anîn Licê û li wê der leşkerekî ew kûşt. Leşkerê ew kuşt jî, ji aliyê leşkerên din ve hat kuştin. Piştre cesedê herduyan anîn Amedê. PKK ev bûyêr qethiyen pêkneaniye.

Sal derbasbûn gelê Licê careke din vegeriyan ser axa xwe. Licê ji nû de avakirin. Û ji nû ve bûn hedefa dewleta Tirk.

Sal derbasbûn û rûniştvanên Licê careke din vegeriyan ser axa xwe ew mizgefta di sala 1993an de hatibû bombekirin ku wek sembola komkujiya Licê derbasî rûpelê dîrokê bû ji nû ve çêkirin.
Rez û xwezaya Licê ji nû ve şîn bû.
Lê dewleta Tirk zîhniyeta xwe neguhert, dîsa li çiyayên Licê di operasyonên li hember gerîlayên kurdan de çekên komkujiyê bikar anî.