Konferansa Xaxamê Ewropayê ragihand ku piştî qirkirina Cihûyan, êrîşa herî mezin a li hemberî Cihûyan pêk hatiye li Almanyayê qedexekirina sunetê ye.
Serokê Konferansê Pichas Goldschmidt di daxuyaniya belav kir de diyar kir ku divê ev qedexe were rakirin û bang li hikûmeta Alman kir ku der barê qedexeya sunetê de daxuyaniyekê bide. Goldschmidt destnîşan kir ku zarokên nêr ji ber sedemên olî tên sunetkirin û diyar kir ku ew hêvîdar e ku dê ev yek di Makeqanûna Alman de cih bigire.
Goldschmidt bang li Cihûyan kir ku dest ji sunetkirina zarokên xwe bernedin û got ku ew dibîne ku êdî kêmar têne qewirandin. Goldschmidt, li Swîsreyê qedexekirina minareyan weke mînak nîşan da.