Çîn ji bo çavtirsandina Japonyayê keştiyên şer dişîne

Çîn ji bo çavtirsandina Japonyayê keştiyên şer dişîne

Hukûmeta Çînê keştiyên şer dişîne giravên nakokî li ser hene û Japonya dixwaze bikire. Çînê ragihand ku keştî ji bo parastina serweriya welêt diçin giravên Diagoyê.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Çînê Şînhûa got; “Keştiyên şer ên Çînê ji bo balê bikişînin ser serweriya welêt diçin giravên Diayoê.”Çîn û Japonya li ser Deryaya Rojhilatê Çînê li hev nakin.

Japonya dixwaze du giravên milkiyeta taybet ji ji xwediyên wan bikire û ji bo vê yekê peyman jî mor kiriye Serokdewletê Japon Osamu Fujîmura diyar kir ku ew naxwazin kirîna van giravan têkiliya Japonya ya bi Çîn û welatên din re xirab bikin û xwest ev yek şaş neyê fêmkirin.

Çînê jî ragihand ku ev yek ne qanûnî ye û diyar kir ku dê ziyanê bide têkiliyên her du welatan. Di daxuyaniya Wezareta Derve ya di ajansa nûçeyan a fermî ya Çînê de hat weşandin de wiha tê gotin; “Ger serweriya axa Çînê were tecawizkirin, hukûmet li hemberî vê yekê bê deng namîne. Ger Japon di şopandina vê rêyê de berdewam bikin, divê xwe ji encamên cidî yên ji ber vê yekê derbikevin re jî amade bike.”

Serokwezîrê Çînê Wen Jiabao jî di daxuyaniya duh da de got; “Giravên Diaoyê yên parçeyên axa Çînê ne.”