Çînê aşkere ki ku plan dikin ku di vê mehê de sê “taykonot” (li Çînê nave kesên diçin fezayê ye) bişînin fezayê. Wesayîta fezayê Şenzû-9 dê li rojavayê bakûrê welat roketê biavêje fezayê.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî Şîhuayê, dê jinek di wesayîta fezayê de be û dê wê jinê bibe rawestegeha modula Tiangong 1. Ev dê yek ji sala 2008 ve bibe çaremîn firîna ji Çînê ber bi fezayê ve.
Çînê di sala 2003 de bi tenê mirov şandibû fezayê û di cîhanê de piştî Rûsya û DYA’yê bû sêyemîn welatê ku mirovan şand fezayê.
Di sala par de wesayîta bê mirov a fezayî ya Çînê berê xwe dabû Tiangong 1’ê (koçika asîmanî) û dê wesayîta Şenzû ya ku taykonot têde ne jî berê xwe dibe Tiangong 1’ê.
Tiangong 1 di rêgaha cîhanê de digere û ceribandinên zanîstî dike. Li gorî nûçeya Şînhûayê, Serokê Bernameya Fezayê ya Çînê Niu Hongguang diyar kir ku dibe taykonotek jin di wesayîtê de cih bigire.
Ev proje jî parçeyek ji projeya avakirina îstasyona fezayê ya ji aliyê Çînê ve li ser rêgaha Cîhanê hatiye çêkirin. Çîn plan dike ku vê îstasyona xwe ya 60 biqedîne.