Çînê New York Timesê xist lîsteya reş

Çînê New York Timesê xist lîsteya reş

Çînê rojnameya Amerîkayê The New York Times ku der barê serokwezîrê Çînê Wen Jîabao û malbata wî de nûçe weşandibû xist lîsteya reş. Her wiha li Çînê malpera înterneta rojnameyê hat blokekirin.

Rojnameya New York Timesê diyar kir ku pêşî rupelên Çînê hatine reşkirin û piştre jî yên îngîlîzî hatine blokekirin. Bi heman awayî li ser malpera înternetê nûçeya ku bû sedem rojnameyê bixe lîsteya reş jiî hat astengkirin.

Rojnameyê der barê sermayeya Serokwezîrê Çîn Wen Jiabao û malbata awî de nûçeyek weşandibû. Li gorî lêkolîna ku rojnameyê kiribû hebûna mal ya 2,7 mîlyar dolar ya Jîabao û malbata wî derketibû holê. li gorî rojnameyê Jîabao û malbata wî ku dê di demek nêz de cihê xwe bide yeke din, ev sermayeya xwe di pêvajoya ku Serokwezîrtî kiriye, bi dest xistiye.

Rojnameyê di mijara malê Jîabao de dayika wî wek mînak nîşan da. Li ser navê dayika wî ya 90 salî bi qasî 120 mîlyon dolarî mal heye.

Serokwezîrê ku îmajeke dilnizim ya ku bi xizaniyê re têdikoşe tê nasîn sala borî di axaftineke xwe de diyar kiribû ku di malbateke gelek xizan de mezin bûye.

Li gorî razemeniyê di qadên weke banka, zêr, turîzm û sektora têkiliyê de razemeniyeke malbatê a berfireh heye.

Ji sansura Çînê BBC jî para xwe girt. BBC dema ji nûçegîhanê Çînê ev pirs pirsî kanal hat blokekirin.