Çîroka helbestvanekî li çiyayên azad

Çîroka helbestvanekî li çiyayên azad

Gerîlayê bi navê Azad Welat 17 sal in di nava refên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de gerîlatiyê dike. Welat demeke dirêj e ku li çiyayên azad xebatên wêjeyî dimeşîne û pirtûka wî ya helbestan a bi navê ‘Di safîtiya zarokekî de gul’ heye. Welat niha jî dest ji nivîsên xwe bernedaye û li dijî pergalê, bi têkoşîna xwe ya helbestvanî disekine

Gerîlayê bi navê Azad Welat ku 17 sale di nava refên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de gerîlatiyê dike, di sala 1978’an de li Dêrsimê ji dayik dibe. Di sala 1995’an de li Ewropayê Tevgera Azadiya Kurd nas dike û tevli nava refên gerîla dibe. Di nava refên têkoşînê de pirî caran di herêmên germ ên ku şer li wan diqewimîn dimîne û pirî caran jî bû şahidê şer û pevçûnan. Welat diyar kir ku dema tevli nava refên gerîla nebûbû, nivîs û analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser wî bandoreke mezin çêkiribûn û wî jî ji ber wan nivîsan berê xwe daye çiyayan.

Welat da zanîn ku tiştên  hemû hatine serê wî nîşe girtiye û wiha got: “Ez her tim dixwazim binivîsim. Rêberê me nirxandinên wekî; ‘Bi dehan heval li ber we şehîd dikevin, lê hûn hê navên wan hevalên xwe nizanin, goristanên wan li ku derê ne hûn nizanin û ev jî ji bo me trajediyeke mezin e’ dikir. Ev gotinên Rêbertî li ser me bandoreke mezin çêdikir û ji ber wî ji tevlibûna min a gerîla heta niha, ez her tim nivîs dinivîsim.”

Welat bi bîr xist ku heta niha wî li ser wêjeyê tu perwerde nedîtiye lê tiştên ku di serê wî de derbasbûne wekî helbest û rojnivîsk dinivîse û wiha pêde çû: “Dilxwaziya min a ji bo nivîsên wêjeyî hebû û ez nakokiyên ku di jiyana min de rûdan bi hunera xwe dinivîsim. Ji ber wî jî ji bo nivîsê ez gelek ked didim.

 

QÎRÎNEKE SERHILDÊR

Pirtûka helbestan a Welat a bi navê ‘Di safîtiya zarokekî de gul’ di sala 2005’an de li qadên parastinê yên medyayê hat çapkirin.

Welat helbestê wiha dinirxîne: “Helbest, qîrîneke serhildêr e, ji nav dilên mirovan diqete û tê, helbest çirûskeke û niha veguheriye  agirekî mezin…”

Welat destnîşan kir ku helbest û gerîla tu caran ji hev naqetin û wiha axivî: “Dema min xwest ez xwezaya helbestê fêm bikim min xaleke girîng ferq kir û min dît ku afirandinekî gerîla ya jiyaneke nû ya cîhanê heye û cîhana ku helbest ji helbestvan dixwest wekî hev in. Êdî rehet e ku mirov bingeha vê cîhanê bi helbestan biafirîne. Ji ber ku li hemberî serdestiya zilam a derew helbest raperîneke xurt û sekn û hêzeke berxwedêr e.”

Welat helbestên xwe diyariyê zarokên Kurdistanê yên ku di refên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de şehîd ketine, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jinan dike.

 JIYANEKE BI HELBEST

Welat anî ziman ku dema mirov li pêvajoya vî demê mêze dike  mirov bi awayeke zelal dibîne ku kesê ku nivîseke dinivîsîne û xwe wekî helbestvan dihesibîne lê di vê pêvajoyê de ji bo ku mirov bibe helbestvan divê gelek ked bide û ev jî pir zehmet e û wiha got: “Bûyîna helbestvan û nivîsandina helbestan zehmet e. Berovajiyê wî helbest di nava mirovan de hişmendiya dîrokê, hesteke zêde, kûrbûna ruhekî û zanabûneke baş û bedewiyê daxwaz dike û dema ez helbest dinivîsim ev tişt li ser min zêde bûn.”

Welat bi lêv kir ku nivîsandina helbestan zehmet e lê divê gerîlayên azadiyê ji bîr nekin ku ew hemû wekî helbestvanan e û wiha got: “Nivîsandina helbestan di gerîla de girêdayê cihê wî ye û tiştê ku di serê wan de derbas dibin bi nivîs û helbestên xwe dixemilînin. Ji ber vê jî ev jiyana çi çiyayan min ber bi nivîsandina helbestê ve kişand.”

SEKNA GERÎLA Û ÇIYAYÊN AZAD

Azad Welat di Dibistana Wêjeyê ya bi navê Sarya Baran ku di sala 2000’an de bi daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin de cih girt û xebatên xwe di wir de meşand.

Welat li wir ji xeynê helbestan, ji sererastkirina rojnivîskên gerîla bigire heta gelek karan xebatên lêkolînî meşand. Welat ji xeynê van xebatan sazê jî lêdixe û di Koma Awazên Çiya de cih girt.

Welat da zanîn ku  ji ber xebatên çand û wêjeyê li qadên azadiyê ji pergalê dûr in; pêşxistina wan jî zêde û girîng e û wiha pêde çû: “Çiyayên azad her tim ji bo gelê xwe hembêza xwe vekirine û wan her tim di hembêza xwe de li hember polîtîkayên pergalê parastine. Mirov dikare sekna çiyayên azad a li hemberî pergalê wekî berxwedanekê pênase bike.”

Di qadên helbest, roman û lêkolînê de Welat diyar kir ku pêşketineke li hemberî pergalê heye û di şertên dijwar de pirî caran xebatên xwe didin sekinandin, lê li hemberî wê berdewamkirina aliyê xebatan jî hene. Bi rêxistinkirina wan li gorî rewşa siyasî û leşkerî diguhere.

Gerîla di her qadan de  her tim xebatên çand, huner û wêjeyê dimeşînin lê sazîbûna wan her tim cuda ye. Carna rewş xebatên pêşxistina sazîbûnê ya xebatê wan dijwartir dike. Di encamê de diyar e ku em di nava rewşên şer de xebatên xwe dimeşînin.

Azad Welat niha li çiyayên azad di Dibistana Wêjeyê ya bi navê Şîlan Bakî de xebatên xwe yên çand û wêjeyê didomîne.