Civîna DBK pêk nehat
Civîna DBK pêk nehat
Civîna DBK pêk nehat
Civîna Desteya Bilind Kurd (DBK) dihat payîn ku, îro di saetên êvarê bihat lidar xistin ji ber Endamê El-Partî Sûûd Mele, Endamê Azadî Beşar Emîn û Endamê Yêkîtî Îsmaîl Hemê bê mazeret ne amade bûn, pêk nehat.
Dihat payîn ku îro êvarê saet di 18'an de Desteya Bilind a Kurd li navenda xwe ya li Qamişloyê biciviya. Lê belê ji ber ku endamê El-Partî Sûûd Mele, Endamê Azadî Beşar Emîn û Endamê Yêkîtî Îsmaîl Hemê bê mazeret ne amade bûn, civîn pêk nehat.
Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed da zanîn ku hin hêzên berjewendiyê xwe di pratîkbûna Desteyê de nabînin, dest li nava Desteyê werdane û nehiştine DBK kom bibe.
Ehmed dest nîşan kir ku piştî Encumena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) biryar da ku wê beşdarî Kolîsyona Niştimanî ya Sûriyê bibe, Meclîsa Gel Rojavayê Kurdistan (MGRK) û ENKS civiyane û li ser Rêveberiya Demî li hev kirine.
Ehmed diyar kir ku, nehatina civîna DBK ya endamên di nava Destêyê yê xwe wek Yekîtiya Siyasî bi nav dikin û di nava ENKS’ê de cih digrin, ew siyaseta 6 mehên dibêjin “çima DBK kom nabe û pratîk nabe” dide diyar kirin, ku kî pêşî li kombûnê digire.