Civîna di navbera MGRK û ENKS’ê de dest pê kir
Civîna di navbera MGRK û ENKS’ê de dest pê kir
Civîna di navbera MGRK û ENKS’ê de dest pê kir
Civînên ku li bajarê Hewlêrê di navbera Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de dest pê kirîn, berdewam dikin. Îro ji bo cara çaremîn civînan dest pê kir.
Li Hotela Shiraton a Hewlerê 4'emîn civîna di navbera MGRK û ENKS’ê de dest pê kir. Di civînê de endamên MGRK’ê, Ebdulselam Ehmed, Aldar Xelîl, Sînem Mihemed, Îlham Ehmed, Xerîb Hiso û nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yê Herêma Kurdistanê Cafer Hennan beşdar bûn. Ji aliyê ENKS’ê jî, Ebdulhekîm Beşar, Mistefa Cuma, Hemîd Hec Derwêş û Îbrahîm Biro di civînê de amade bûn. Di civînê de berpirsê dosyeya Rojava li Serokatiya Herêma Kurdistanê Hemîd Derbendî jî beşdarî civînê dibe. Ji duh ve serokê opozisyona Sûriyê Ehmed el-Cerba li Herêma Kurdistanê ye. Li gor agehdariyan hê jî ne diyare MGRK û ENKS wê ligel Cerba bicivin an na.