Civîna Dostên Sûriyeyê li Parîsê dest pê kir

Civîna Dostên Sûriyeyê li Parîsê dest pê kir

Koma ‘Dostên Gelê Sûriyeyê’ li paytexta Franse Parîsê civiya. Tê payîn ku di civînê de pêşîlêgirtinên nû yên li hemberî rejîma Esad û biryarên nexşerêya di civîna Cenevreyê de biryara wê hatibû dayîn, bên gotûbêjkirin.

Serokkomarê Franse Francois Hollande serokatiya civînê dike û ji 10 welatan nuner beşdarî civînê bûn. Lê ji muxalîfên Sûriyeyê tenê Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê beşdar dibe. Hollande di vekirina civînê de axivî û diyar kir ku êdî krîza li Sûriyeyê aşitî û ewlehiya cîhanê tehdît dike. Hollande madeya 7’emîn a NY’yê ya ji bo mudaxeleya leşkerî destnîşan kir û got; “Ji bo vê jî divê em encamekê derbixin”.

Ev civîn di sibatê de li Tunisê û di nîsanê de jî li Stenbolê hatibû lidarxistin. Rûsya û Çîn beşdar nabin. Di civînê de bi taybet hêzên Rojavayî, welatên Kendavê, dixwazin ku embargo û zextên li ser Sûriyeyê zêdetir bên şidandin.

Dê di civînê de biryara “Hikûmeta Demkî” ya di civîna 30’ê hezîranê de li Cenenvreyê pêk hat de hat dayîn, û plana aşitiyê ya Nunerê Taybet ê NY û Komkara Ereban bên gotûbêjkirin.