Civîna ENKS'ê bi nakokiyan didome

Civîna ENKS'ê bi nakokiyan didome

Civîna Encumena Niştimanî kurdî li Sûriyê (ENKS) civîna xwe ya derbarê tevlîbûna nava Koalîsyona Niştimanî ya hêzên Muxalefeta Sûriyê di roja 2’yemîn de di nava nakokiyan de didome. Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê  Mihemedê Musê  da zanîn ku nakokiyên li ser beşdarbûna kolîsyonê didomin û îhtîmale ku ENKS’ê perçe bibe. Serkreterê Partiya Yekîtî

Brahîm Biro ev yek red kir û diyar kir ku alî li ser tevlîbûna nava Koalîsyonê dê lihev bikin.

Li ser civîna ENKS’ê ya du roje didome Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa ji ANHA’yê re axivî û da diyar kir ku peymana tevlîbûna nava koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Muxalefeta Sûriyê tê wateya binpêkirina bingehên ENKS’ê û wiha axivî: “Niha nakokiyên ber bi çav di civînê de heye, nîvê beşdaran bi tevlîbûnê re ne û nêvî li dijî wêne.”

Mûsa, destnîşan kir ku heger aliyên ku dixwazin tevlî Koalîsyonê bibin israr bikin, bibe ku ENKS’e perçe bibe û wiha dom kir: “ Tevlîbûna ENKS’ê  ya Kolîsyonê dê bingeha ENKS’ê xwe li ser ava kirye binpê kirine. Divê Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê despêkê de îtîraf bi mafê gelê kurd bi awayekî destûrî bike û pirsgirêka kurd bi awayke demokratîk, li gorî zagonên navnetewî bêne çareser kirin. Nabe ku ENKS’ê  bi tena xwe tevlî Koalîsyonê bibe û pêwîste ENKS’ê û MGRK’ê bi hev re li ser navê Desteya Bilind a Kurd  tevlî bibe. Ev yek li gorî peymana Hewlêrê ye.”

Mihemed Mûsa destnîşan kir ku hin alî li ser tevlîbûna Koalîsyona israr dikin û wiha dom kir: “Heger van aliyan li ser biryara xwe dom bikin, dibe ku ENKS’ê perçe bibe.”

Li aliyê din jî Sekreterê Partiya Yekîtî  Brahîm Biro ku yek ji  endamên şandeya ENKS’ê ya ku bi Koalîsyonê re hevdîtin kir, îdîa kir ku tevlîbûna ENKS’ê ya di nava Koalîsyonê de gaveke erêniye û got ku nîqaş  bi awayekî erênî didomin. Biro, îdîa kir ku ne mumkina tevlîbûna Koalîsyonê perçebûnê di nava ENKS’ê çêbike û got ku civîn hîn didomin.