Civîna Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweser destpê kir
Civîna Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweser destpê kir
Civîna Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweser destpê kir
Civîna Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku li ser banga Dîwana Meclîsê pêk tê, li bajarê Amûdê destpê kir.
Piştî ku Dîwana Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 2 roj berê li bajarê Qamişlo xebatên komîteyên “Amadekirina qanuna hilbijartinê”, “Hevpeymana civakî” û “rengê rêveberiyê” û serlêdanên ji bo tevlîbûna rêveberiya xweser nirxandin û banga civînê kir, Meclîsa Çêkirina Qanûnan îro civiya.
Civîna li bajarê Amûdê bi tevlîbûna 65 delegeyên ku ji nûnertiya 48 partiyên siyasî, rêxistin û saziyên civakî û kesayetên serbixwe pêk tên destpê kir.
Di civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Endamê Dîwana Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Demkî Ebdulkerîm Umer, axaftina destpêkê kir û cejna êzidî û xiristiyanan, her wiha sersala hemû gelan pîroz kir û hêvî kir ku sala 2014’an bibe sala aştî û wekheviyê.
Ebdulkerîm Umer piştre jî navên sazî û rêxsitinên ku ji bo tevlîbûna rêveberiya xweser serlêdan kiribûn xwendin û got ku ev serlêdan hatine qebûlkirin. Li gorî vê navên saziyên ku serlêdanên wan hatine qebûlkirin wiha ne: “Meclîsa Biratiya Gelan a Hesekê, Yekîtiya Ciwanên Kurd, Mala Ezîdiyan, Tevgera Civak Hevbeş, Tevgera Guhartina Demokratîk a Kurdistanê, Komeleya Keskayî ya Parastina Xwezayê, Meclîsa Pêşxistina Aborî ya Rojavayê Kurdistanê û rewşenbîr Hesen Zaza”
Piştî xwendina navên saziyan, rapora Desteya Pêkanîna Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate xwendin.
Civîn bi xwendina rapor û nirxandinan didome.