Civîna Rêveberiyên Herêmî yên BDP’ê destpê kir

Civîna Rêveberiyên Herêmî yên BDP’ê destpê kir

Parlamenterê BDP'ê û Berpirsyarê Rêveberiya Herêmî ya BDP'ê Demîr Çelîk, di civîna "Rêveberiya Herêmî" de diyar kir ku, piştî 21'ê Adarê pêvajoyek nû hatiye destpêkirin û wiha got: "Em dixwazin makeqanûnek adilane, wekhev û demokatîk bê avakirin.

Rêveberiya Herêmî ya BDP'ê li salona Konferansê ya Şaredariya Rezan a Amedê pêk anî û didome. Di civîna rêveberiyên herêmî de Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê û Berpirsyarê Rêveberiya Herêmî ya BDP'ê Demîr Çelîk û şaredarên BDP'ê amade bûn. Civîn dê 2 rojan berdewam bike. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di vekirina civînê de Parlamenter û berpirsiyarê Rêveberiyên Herêmî ya BDP'ê Demir Çelik axivî û wiha got: "Di vê pêvajoya ku siyaseta demokratîk derdikeve pêş de em wekî parlamenter û şaredarên BDP'ê divê hemû berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Çelîk anî ziman ku rizgariya gelê cîanê bi têkoşîna gelê kurd ve girêdayî ye. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di nameya xwe de ji niha de nexşerêya pêşerojê diyar kiriye."

'EM NE BI AKP'Ê EM BI GELÊ KURD BAWER DIKIN'

Çelîk da zanîn ku tecrîda giran a li ser Ocalan tê meşandin ev yek hem gelê Kurd û Tirkiyeyê ber bi kaosê ve dibe û wiha got: "Em dîsa dibêjin tecrida giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan çareseriyê bi xwe re nîne. Dîsa bi operasyonên siyasî û leşkerî encam pêk nayê. Em her tim van daxwazên xwe tînin ziman. Me berê jî got tevgera gelê Kurd êdî têk naçe. AKP ev rastiya kurdan dît û gav paşve avêt. Niha ber bi çareseriyê ve gavan davêje. Em ji AKP'e baweriya xwe nînin em bi berxwedana gelê Kurd bawer dikin. AKP'ê heta mehên berê destnedayîna parlementerên BDP'ê xistibû rojeva xwe. Têkoşîna gelê Kurd û Birêz Ocalan, bi sekn û helwesta xwe zor li AKP'ê kir ku gavan bavêje. Em ji berxwedan û sekna gelê xwe bawer dikin ku dê aştî bi ser bikeve. Divê êdî AKP gavên şênber û berbiçav bavêje. Divê makeqanûna demokratîk adîl û wekhev bê avakirin û mafê her kesî biparêze û pêş bixe."

Civîna rêveberiya herêmî dê 2 rojan berdewam bike.