Civînên li ser Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dewam dikin
Civînên li ser Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dewam dikin
Civînên li ser Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dewam dikin
Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV- DEM) 'ê û endamên partiya Asûrî ya Demokratîk a Sûriyê ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk lihev civiyan. Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî li herêma Dêrikê bi rûsipî û serokên êlên herêmê re civînek lidar xist û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nirixand.
Li Qamîşlo, di civîna ku li navenda Peywendiyên Dîplomatîk a TEV- DEM'ê de ji ragîhandinê re girtî pêkhat de, endamên TEV- DEM'ê Xatîce Îbrahim, Hekem Xelo, Ebdulkerim Omer û endamên Partiya Asûriyan a Demokratîk a Sûriyê berpirsyarê buroya Siyasiya Giştî Nîno Îşo, berpirsyarê Bîroya Siyasî ya Qamişlo Wal Mîrza, berpirsyarê bîroya Siyasiya Hesekê Ebdel Ebdel, berdevkê ragîhandina giştî û tekiliyan Hena Xurî û berpirsyarê Saziya Alikariyê ya Aşûriyan Yûxan Harûn amadebûn.
Li gorî ku agahiyên ku bidestketin li ser pêvajoya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatiye guftûgokirin û tê destnîşan kirin ku Partiya Aşûrî ya Demokratîk a Sûriyê amadekariyên tevlêbûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikin.
PYD BI RÛSPÎ Û SEROKÊN EŞÎRÊN HERÊMA DÊRIKÊ RE HAT CEM HEV
Bi armanca danasîn û nirxandina Projeya Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk û awayên beşdarbûna civîna Cenevre-2, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li herêma Dêrikê bi rûsipî û serokên eşîrên herêmê re civînek lidar xist. Civîn bi tevlîbûna bi dehan rûsipiyên herêmê û hevseroka PYD`ê Asya Abdullah li Seyrangeha Azar ya bajarê Dêrikê bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir.
Di civînê hevseroka PYD`ê Asya Abdullah geşedanên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê nirxandin. Asya Abdullah her wiha derbarê projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de jî axivî û diyar kir ku pêwîste hemû pêkhateyên herêmê cihê xwe di nav de bigrin.
Abdullah derbarê civîna Cenevre-2 de jî da zanîn ku pêwîste Kurd bi şandeyeke serbixwe beşdar bibin û doza Kurdî wek xaleke serbixwe têkeve rojeva civînê.
Piştî axaftinê beşdarên civînê der barê rola rûspî û serokên eşîran a di projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de gotûbêj kirin.
Di civînê de Rûsipî û serokên eşîrên herêmê piştgiriya xwe ya ji bo projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re anîn ziman.