Ciwan bi mijara Xweseriya Demokratîk civiyan
Ciwan bi mijara Xweseriya Demokratîk civiyan
Ciwan bi mijara Xweseriya Demokratîk civiyan
Bi armanca gotûbêjkirin û aktîfkirina rola ciwanan di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, nûnerên 13 tevger û rêxistinên ciwanan ên Qamişlo bi endamên Meclîsa amadekirina qanûnan a Demî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re, civiyan.
Nûnerên rêxistin û tevgerên ciwanan ên bi navê "Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger, Rêxistina Kar û Barên Xwendekaran, Yekîtiya Ciwanên Kurd, Ciwanên Yekîtiya Netewa Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Ciwanên Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê, Komeleya Ciwanên Kurd, Ciwanên Yekîtiya Suryaniyan, Ciwanên Partiya Vîna Gel, Rêxistina Soz, Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk û Tevgereke Serbixwe" yên Qamişlo bi armanca nirxandina Rêveberiya Demî ya Demokratîk û aktîfkirina rola ciwanan di nava rêveberiyê de bi endamên Meclîsa Amadekirina Qanûnan a Demî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya civiyan.
Di civînê de Endamên Dîwana Meclîsa Amadekirina Qanûnan a Demî Ebdilkerîm Umer û Hesen Ezam û Endama Yekîtiya Jinên Suryan Nezîra Kuriyê beşdar bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Ebdilkerîm Umer der barê girîngiya rola ciwanan de di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de axivî. Her wiha diyar kir ku ji bo dagirtina valahiya ewlekariyê rêveberiya xweseriya demokratîk ji bo 3 provansan "Cezîrê, Kobanê û Efrînê" hate avakirin. Ev proje dê ji bo peydakirina hemû pêdiviyên welatiyan ji hemû pêkhateyan tevbigere û bixebite.
Umer di axaftina xwe de da zanîn ku di Meclîsa Teşriî ya Demî de 3 komîte hatin avakirin. Yek ji van komîteyan ji bo amadekirina belgeyên der barê projeya Xweseriya Demokratîk de hate erkdarkirin. Ya duyemîn jî ji bo hevpeymana civakî hate erkdarkirin û ya sêyemîn jî ji bo amadekirina qanûna hilbijartinan hate erkdarkirin.
Umer dest nîşan kir ku divê ciwan di nava hevkariyê de bin û dengê xwe bikin yek û bi awayekî demokratîk nûnertiya xwe di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bikin.
Piştî ku endamên Dîwana Meclîsa Teşriî ya Demî ji civînê derketin, ciwanan civîna xwe berdewam kirin û komîteyek ji bo çareserkirina pirsgirêkên ciwanan û aktîfkirina rola ciwanan di ewlekariyê û aramiyê de ava kirin. Her wiha diyar kirin ku beşdariya ciwanan di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîkde gelekî girîng e.
Piştî gotûbêjên tevger û rêxistinên ciwanan daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Ji bo daxwaz û nêrînên ciwanan, tevger û rêxistinên ciwanan bi nûnerên ciwanan ên di Desteya Amadekirina Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re civînek lidar xistin."
Di civînê de hin Endamên Dîwana Meclîsa Teşriî ya Demî amade bûn û pirs, pêşniyar û nêrînên ciwanan pêşkêşî wan hatin kirin. Li ser vî esasî ji bo şopandina kar û barên Desteya Amadekirina Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Komîteyek ji tevger û rêxistinên di civînê de amade bûne, hate avakirin.