Ciwan dê li Frankfûrtê ji bo Rojava bimeşin

Ciwan dê li Frankfûrtê ji bo Rojava bimeşin

Ciwanên Kurd ên li Frankfûrtê, bi armanca piştgirîdayîna şoreşa Rojava dê di 19'ê Cotmehê de bimeşin.

Di daxuyaniya komîteya amadekar de hat destnîşankirin ku Şoreşa Rojava, rêya yekane ya pêşîgirtina li pevçûna olî, bawerî û qewmî ya 2 hezar sal in li Rojhilata Navîn tê meşandin e. Komîteyê bang li ciwanên Kurd ên li herêma Frankfûrtê kir ku beşdarî meşa piştevaniya Rojava bibin.

Çalakî dê saet di 15:00 de ji stasyona trenê ya navendî ya Frankfûrtê destpê bike.