Ciwan di Mîhrîcana Mazlûm Dogan de hatin cem hev

Ciwan di Mîhrîcana Mazlûm Dogan de hatin cem hev

Îsal 13’mîn Mîhrîcana Ciwana ya Mazlûm Dogan û Mîhrîcana Sporê ku li bajarê Bonn yê Almanyayê tê lidarxistin bihezaran ciwan tevlîbûn.

Ciwanên ku di demjimêrên sibehê de ji gelek bajar û welatan hatin bajarê Bonn’ê, li stadyûma Pennenfeld hatin cem hev.

Mîhrîcana îsal ya bi slogana “Azadiya Ocalan azadiya me ye. Ya azadî ya azadî” tê li darxistin. Mîhrîcana îsal pêşkêşî endamê Konseya Rêveber yê KCK’ê û Koordînasyona Komelên Ciwana Emrah Bayer (Baz Mordem) ku li Çiyayê Kato di pevçûnekê jiyana xwe jidest da hate kirin.

Di destpêka mîhrîcanê de ciwana bi tîşortên rengên netewî yên Kurdan kesk, sor û zer û bi slogana “Bijî Serok Apo” avêtin û derbaz bûn.

Piştre koma reqasê ya Hînt derketin ser dike û bi cilên herêmî reng dan mîhrîcanê, her wiha koma Jin Jiyan bi çar zimana stran gotin. Stranên li ser Ocalan û Kurdistanê jî ciwana bi sloganên “Bijî Serok Apo” û “PKK’e gele, gel li vire” piştgirî danê.

Mîhrîcana ku bi pêşbirkên Futbol, voleybol, bez, atletîzm, tenîsa maseyê, satranç û damayê berdewam dike.