Ciwan ji bo azadiya Ocalan bi meşaleyan meşiyan
Ciwan ji bo azadiya Ocalan bi meşaleyan meşiyan
Ciwan ji bo azadiya Ocalan bi meşaleyan meşiyan
Endamên Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Îzmîrê, bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Kolana Doganlar a Bornovayê meşeke meşaleyî lidarxistin.
Gelek kes tevli meşa ku ciwanan amadekiribû bûn û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û bênavber dirûşmên 'Bijî Serok Apo' , 'PKK gel e gel li vir e' û 'Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan' berz kirin.
Piştî meşê endama Meclîsa Ciwanan a BDP'a Îzmîrê Şafak Benler daxuyanî xwend. Benler da zanîn ku tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin li hemberî vîna gelê kurd tê meşandin û got: "Ji bo ku pêvajo çareseriyê baş birêve biçe em azadiya Rêberê xwe dixwazin."
Her wiha endamên Meclisa Ciwan a BDP'ê li Kadîfekale ya Îzmîrê jî meşeke meşaleyî lidarxistin û gelek ciwan tevli meşê bû. Di meşê de dirûşmên wekî 'Bê Serok jiyan nabe' û 'Bijî Serok Apo' hatin berzkirin û bi daxuyaniyeke ya Meclisa Ciwanan çalakî bi dawî bû.