Ciwan li Den Haagê hatin cem hev
Ciwan li Den Haagê hatin cem hev
Ciwan li Den Haagê hatin cem hev
Ciwanên Kurd li bajarê Holanda Den Haagê hatin cem hev û Kongreya Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya 30'ê Mijdarê pêk hat, silav kirin.
Ciwanên Kurd ên li Holandayê dijîn, duh li bajarê Den Haagê hatin cem hev û Kongreya Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ku dawiya hefteya derbasbûyî pêk hat silav kirin.
Kombûna ciwanan bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Nûnerê Ciwanên Azad ê Holandayê Têkoşîn Koçgirî ji ciwanan re axivî û got, "Em kongreya ciwanên li Bakurê Kurdistanê silav dikin. Di heman demê de em soz didin ku emê bersivê bidin şehadeta 2 Kurdên li Geverê hatin qetilkirin."
Koçgirî got, "Dema me amadekiriya vê şahiyê dikirin, nûçeya du şehadetan gihaşt me" û anî ziman ku weke ciwanên Kurd ew gelek tiştan bi hev re dijîn. Koçgirî got, "Li gorî me, şehadeta wan hevalan, dibe ku bersivek li kongreyê û pêvajoya siyasî be."
Koçgirî diyar kir ku ew weke ciwanên Kurd ên li Holandayê dê xebatên xwe zêde bikin.