Ciwan li dijî 'Polîtîkayên qirêj' meşiyan

Ciwan li dijî 'Polîtîkayên qirêj' meşiyan

Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Îzmirê, li dijî tiryak, fihûş û bişaftinê meşek pêk anî. 

Meclîsa Ciwanên BDP'ê ya Îzmirê bi şiyara "Ji pêkanînên Metîngeriyê re bes e" li dijî tiryak, bişaftin, sîxurî, destdirêjî û şandina leşkeriyê ya bi zorê meşek girseyî pêk anî. Koma ku li ber avahiya BDP'ê ya Bayrakli kom bû, heta qada Pazara Çarşambayê meşiya. 

Ciwanan di meşê de pankarta bi nivîsa "Ji pêkanînên metînger, tiryak, bişaftin, fihûş û sîxuriyê re bes e" û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û endamê MLKP'ê yê li Rojava jiyana xwe ji dest da Serkan Tosûn vekirin. Koma ciwanan di meşê de bê navber dirûşmên "Bijî PKK, bijî MLKP", "Emê ji çeteyan hesap bipirsin" û "Nêzîkatiya li Ocalan nêzîkatiya li şer û aştiyê" berz kir. Endama Meclîsa Ciwanên BDP'ê Şevîn Gokdere li vir daxuyani da û diyar kir ku ewê her tim li dijî van polîtîkayan helwesta xwe nîşan bidin.