Ciwan li Farqînê bi polîsan re pev çûn

Ciwan li Farqînê bi polîsan re pev çûn

Ciwanên li Farqînê damezrîna YDG-H îlan kirin, ji ber destwerdanê bi polîsan re pev çûn.

Li navçeya Amed Farqînê bi sedan ciwanên rûpêçandî li kolana Diyarbakir a Taxa Ferîdûnê hatin cem hev û ji bo YDG-H li navçeya xwe îlan bike û gerîlayê HPG'ê Şerafet Arşîmet (Şervan Partîzan) ê di sala 2009'an de li bejahiya Çewlikê di şer de jiyana xwe ji dest da bibîr bînin, çalakiyek lidar xistin.

Ciwanên ku rê li trafîkê girtin, kontrola nasnameya ajokaran kirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo, "Ey Şervan xwîna te li erdê namîne", "Hevalê Şervan namire" û "Ciwan canfedayên Apo ne" qîriyan. 

Çalakiya ciwanan piştî demekê li destwerdana bi bomgeyên gazê û ava şid a polîsan rast hat. Ciwanan jî bi molotof kokteyl û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan û li ser vê yekê pevçûn derket. Pevçûnê demeke dirêj dewam kir û çalakî bi belavbûna ciwanan li nava kolanan, bi dawî bû.