Ciwan wezîfeyên xwe bi cih tînin
Ciwan wezîfeyên xwe bi cih tînin
Ciwan wezîfeyên xwe bi cih tînin
Li ser banga seferberiyê ya li Rojavaya Kurdistanê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Qamişlo tevlî perwerdeya bikaranîna çekan bûn. Li Girkê Legê jî endamênTevgera Ciwanên Şoreşger li ser bendên Kontrolê yên Asayîşê û YPG'ê nobetê digirin.
Piştî banga seferberiyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî êrîşên komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad Şam/ Eniya El Nusra, gelek rêxistin û saziyên civaka sivîl ketin nav liv û tevgerê. Li bajarê Qamişlo 30 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li navenda Şehîd Serhed a Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tevlî perwerdeya bikaranîna çekan bûn.
Li Girkê Legê jî piştî ku gelek ciwan bi awayekî fermî tevlî nava refên YPG'ê, YPJ'ê û hêzên asayîşê bûn, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li ser bendên kontrolê yên YPG'ê û Asayîşê nobeta parastinê digirin.