Ciwana bi qerenfîlan çalakî pêkanî
Ciwana bi qerenfîlan çalakî pêkanî
Ciwana bi qerenfîlan çalakî pêkanî
Ciwanên rûpûş yê xwe bi navê “Înîsiyatîfa Jinên Azad yên Apoyî” û “Tûgaya Tolhildanê ya Şehîd Mûstefa Malkoç” didin naskirin, li taxa Fiskaya wesayîtên ku derbaz dibûn radiwestand û qerenfîl belavkirin.
Komek ya ciwanên rûpûş û xwe weke “Înîsiyatîfên Jinên Azad yên Apoyî” û “ Tûgaya Tolhildanê ya Şehîd Mûstefa Malkoç” binav dikin, li ser rêya Zanîngeha Dîcle ya Taxa Fiskaya ya navçeya Yenîşahîr ya Amedê bi boneya qetilkirina 3 siyasetmedarên jin yên Kurd ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, 19’ê Çileyê li taxê çalakî li darxistibûn û wesayîtên sivîl zirar dîtibûn bi armanca lêborînekê wesayîtên li ser rêya Zanîngeha Dîcleyê derbaz dibûn rawestandin û qerenfîl danê. Di çalakiya ku danezanên “ Yan bi Rêber Apo re jiyanek azad yan jî nejiyan kirin û nedana jiyan kirin” û “ em weke tevgera ciwanên Apoyî şopdar û piştevanên pêvajoya rêbertiya me dayî destpêkirin û em vê agahiyê pêşkêşî raya giştî dikin.” Di çalakiyê de wêneyê Mustefa Malkoç yê li rexê Çemê Dîcle biboneya protesto kirina salvegera anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Tirkiyeyê agir berda bedena xwe hatin hilgirtin. Di dema belavkirina qerenfîlan de bê navber sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey serok”, “Bijî azadî û bijî aştî” hatin qîrîn, her wiha gel jî biqûrneyên wesayîtan piştgirîdan çalakiya ciwana.
Çalakiya ku li devera Mûstefa Malçok çalakî lê pêkanî bi guleyên hewayî û pêxistina agir bi dawî bû. Hate hînbûn ku, piştî bûyer bi dawî bû , gelek polîs bi wesayîtên zirxî hatin cihê bûyerê û hûrkolîn pêkanîn.