Ciwana di konferansa xwe de piştgirî dan Ocalan
Ciwana di konferansa xwe de piştgirî dan Ocalan
Ciwana di konferansa xwe de piştgirî dan Ocalan
Di 3’yemîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd, li ser mijarên wekî parastin, perwerde, çapemenî, vegera welat biryarên girîng hatin girtin. Delegeyên konferansê her wiha li ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin rawestiyan û piştgiriya xwe anîn ziman.
Konfransa ku li bajaroka Rimêlan 2 roj beriya niha bi beşdayira 260 delegeyên li ser navê 60 rêxistinên ciwanan ên ji çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat hatin dest pê kiribû, di roja 3’yemîn de bi nîqaşên girîng berdewam kir.
Yek ji xalên sereke ku bû mijara nîqaşê slogana konfransê bû. Di encama nîqaşan û pêşniyarên hatine kirin de, li ser slogana konferansê dengdayîn hate kirin. Di encama dengdayînê de biryar hate girtin ku ji bo diyarkirina slogan hevbeş a konferansê komîsyonek bê avakirin.
Di nîqaşên îro de her wiha li ser mijarên wekî, “Êrîş û xetereyên li ser Kurdistanê”, “Wekî hêza parastina rewa ya Rojavayê Kurdistanê YPG”, “Vekirina zaningehên zimamê kurdî”, “Banga ji bo ciwanên ku ji ber rewşên ewlekarî û abor ji Kurdistanê koçber bûne”, “Piratîkirina karê çapemeniyê û aboriyê”, “Hilweşandina rejîma Esad”, “Avakirina parlemanto û hikûmeta Rojavayê Kurdistanê” û “Rola ciwanan a di nava partiyên siyasî de” nirxandin hatin kirin. Di encamê de jî li ser van mijaran dengdayîn hatin çêkirin û biryar hatin girtin.
Di konferansê de her wiha hemû delegeyan di nirxandinên xwe de girîngiya pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin anîn ziman û piştgiriya xwe nîşan dan. Ciwanan destnîşan kirin ku pêkanîna pêdiviyên vê pêvajoyê erkek exlaqî ya ciwanên Kurdistanê ye.
Di konfransê ji bo Serokkomarê Îraqî û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celel Talebanî ku ev demeke nexweş e jî şifa hate xwestin.