Ciwanan ji bo Rojava Li Enqere û Konyayê alîkarî kom kirin

Ciwanan ji bo Rojava Li Enqere û Konyayê alîkarî kom kirin

Alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê ya ji aliyê ciwanên li Enqere û Konyayê hat komkirin, gihaşt Şaredariya Qoserê.

Erdal Sarikaş alîkariya ciwanan a li Enqere û Konyayê berhev kiribûn radestî Şaredariyê kir û anî ziman ku di dema kampanyayê de gelek derdorên civakê piştgrî dane.

Sarikaş got, "Me ji Konyayê alîkariyeke baş kom kirin. Lê belê divê em hîn bêtir bi fedekarî bixebitin. Li Rojava bi awayekî fermî çeteyên bi piştgiriya ji Tirkiyê li dijî gelê sivîl komkujiyan dikin. Divê di warê wicdanî û exlaqî de em piştgiriyê bidin gelê li wir û nîşan bidin ku em her tim li cem wan in. Li ku devera cîhanê dibe bila bibe, kîjan gel, kîjan çîn dibe bila bibe, emê her tim li gel bindestan bin."

Alîkarê Şaredarê Qoserê Bûrhan Kûrhan alîkariya ciwanan teslîm girt û anî ziman ku alîkariyeke bi vî rengî ya ciwanan ew hestewar kirine. Kûrhan anî ziman ku beriya her tiştî pêwistî bi alavên tibbî heye û xwest, rêxistinên civakî yên sivîl di vê mijarê de bi hesta berpirsyariyê tevbigerin.