Ciwanan li Bocholtê ji bo Ocalan 550 îmze kom kirin
Ciwanan li Bocholtê ji bo Ocalan 550 îmze kom kirin
Ciwanan li Bocholtê ji bo Ocalan 550 îmze kom kirin
Ciwanên Kurd ên li bajarê Elmanya Bocholtê dijîn, di çarçoveya kampanya "Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re" de 550 îmze berhev kirin.
Ciwanan li navenda bajarê Bocholtê dezgeh danîn û li gel pêwendiyeke mezin 550 îmze kom kirin. Ciwanan her weha belavokên ji bo nasandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav kirin.
Li ser navê komîteya ciwanan a bajarê Bocholtê Medenî Arslan daxuyaniyek da û got, "Yekemcarin em li bajarê Bocholtê çalakiyeke bi vî rengî dikin. Ji ber vê yekê em gelekî kêfxweş in."
Arslan da xuyakirin ku heta Ocalan azad bibe, ewê çalakiyên wan ên bi vî rengî dewam bikin.