Ciwanan li dijî fihûş û narkotîkê meşiyan

Ciwanan li dijî fihûş û narkotîkê meşiyan

Meclîsa Ciwanan a Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê, li hemberê polîtîkayên fihûş, narkotî, dizî û sixûrtiyê ku di demên dawî de zêde bûne, şahiyek li darxist û meşa bi meşale pêk anî. 

Meclîsa Ciwanan a Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê, bi şiyara "Ji pêkanînên mêtîngeriyê, sixûrtî, fihûş, narkotîk, pişavtin û leşkeriya bi zorê re na" li bajaroka Misûriyê şahî û meş li darxist. Beriya meşê li qada bajaroka Misûriyê şahî hate li darxistin. Di nava wan de Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Adulle Aksoy, rêveberên rêxistina navenda navçeyê jî hebûn piraniya wan ciwan bi sedan kes beşdarî şahiyê bûn. Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. 

Di şahiyê Berdevkê Meclîsa Ciwanan a Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Mehmet Çetîn axaftinek kir û diyar kir ku ciwan bi cewherî li hemberê pergalê ye. Çetîn, wiha got: "Li gelek bajarên Kurdistanê li Mêrdînê jî bi zanebûn faliyetên narkotîk, fihûş, sixûrtî û pişavtinê tê belav kirin. Lê li gel hemû cûre êrîşên pergalê, yê derdikevin qada têkoşînê û pergalê serserkî ber dide dîsa ciwan e. Dîsa yê hişmendiya biryardayîna têkoşîna civakê rave dike ciwan bi xwe ne." 

Piştî axaftinê bi sedan ciwan ji qada şahiyê li Taxa Cevîzpinarê bi meşaleyan meş li darxist. 

Piştî meşê ciwanan dîsa vegeriyan qada şahiyê. Şahî bi nîşandana sînevizyon û avêtina fişeka hewayî berdewam kir. Şahî heta derengê şevê bi govendan ên li ber stranên hunermendên herêmî dom kir.