Ciwanan li Îmaratê alîkarî ji YPG’ê re şand

Ciwanan li Îmaratê alîkarî ji YPG’ê re şand

Komeke ciwanên kurd ku li paytexta Îmarat Dubeyî dimînin alîkariya madî ji bo şervanên YPG’ê şandin.

Komeke ciwanên kurd ên ji Girkê Legê ku li Paytexta Îmarat Dubeyî dixebitin, bi armanca piştgiriya bi hêzên YPG’ê alîkariya madî ji bo navenda YPG’ê şandin.

Ciwanekî ji yên alîkarî kirin da zanîn ku hêzên YPG’ê ji demeke dirêj ve parastina herêmê dike û ji erkê her keseye ku piştgiriya YPG’ê bike û wiha got: ‘‘Ev pere ciwanên li Îmarat dixebitin şandin û ji min xwest ku ez teslîmî navenda YPG’ê bikim.’’

Fermandarên YPG’ê jî spasiya xwe ji bo hemû kesên ku alîkariya wan dikin kirin.