Ciwanê Çeçen tevlî YPG'ê bû
Ciwanê Çeçen tevlî YPG'ê bû
Ciwanê Çeçen tevlî YPG'ê bû
Li bajarê Serêkaniyê ciwanekî Çeçen tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû.
Li Rojavayê Kurdistanê her roja ku rûyê qirêj ê komên çekdar derdikeve holê, hêrsa gel jî zêdetir dibe û li dora hêzên parastinê YPG’ê kom dibin. Ji bilî welatiyên kurd, ji netewên din jî gelek ciwan di rojên dawî de tevlî YPG’ê dibin. Piştî banga seferberiyê, nêzîkatiyên gel zêdetir bûye.
Yek ji van ciwanan jî Subhî Ewad yê ku bi eslê xwe Çeçen e. Subhî Ewad ku li bajarê Serêkaniyê dimîne, tevlî YPG’ê bû. Ewad diyar kir ku ew li ser baweriya ku YPG ji bo parastina hemû nirxên herêmê têkoşînê dike tevlî bûye.
Ewad got ku: "Komên çete li dijî hemû nirxên herêmê êrîş pêk anîn û ketine bajarên me. YPG'ê jî li dijî komên çete bêyî ku cudahiyê bêxe di navbera Kurd, Ereb, Asûrî, Sûryanî û Çeçenan de, ji bo parastina hemû nirxên gel kete nava berxwedanê."
Ewad bang li hemû ciwanên herêmê yên hemû pêkhateyan kir ku tevlî nava refên YPG'ê bibin