Ciwanê ku çetan qirika wî birîn jiyana xwe ji dest da
Ciwanê ku çetan qirika wî birîn jiyana xwe ji dest da
Ciwanê ku çetan qirika wî birîn jiyana xwe ji dest da
Li Bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ciwanê bi navê Hozan Bozan ê ku qirika wî ji aliyê çetan ve hat birîn jiyana xwe ji dest da. Bozan ku duh ji aliyê çeteyan ve qirika wî hat birîn rakirin Nexweşxaneya Mehmet Akif Înan. Îro li Nexweşxaneya Rihayê jiyana xwe ji dest da.
Duh li Bajarê Kobanê yê Rojava ciwanê bi navê Hozan Bozan ji aliyê çeteyan ve qirika wî hat jêkirin û rakirin Nexweşxaneya Mehmet Akif Înan. Bozan, ku bi giranî birîndar bû û ji duh ve li nexweşxaneyê tê dermankirin îro jiyana xwe je dest da. Piştî li morga nexweşxaneyê otopsiya Bozan hat kirin, endamên malbatê û rêveberên BDP'ê cenazeyê Bozan wergirtin û birin Deriyê Sînor yê Murşît Pinarê. Li bendê ye ku cenazeyê Bozan di Deriyê Sînor ê Murşît Pinarê re bibin Kobanê.