Ciwanê ku leşkerên Tirk birîndar kiribû jiyana xwe jidest da

Ciwanê ku leşkerên Tirk birîndar kiribû jiyana xwe jidest da

Leşkerên Tirk gule li ser komekî ku dixwest ji Rojavayê Kurdistanê biçin Bakurê Kurdistanê reşandin. Ciwanê ku bibû hedefa guleyan bi giranî birîndar bibû, jiyana xwe jidest da.

Ciwanê bi navê Silêman Ehmed Yûsif Hene (25) ku îro di saetên piştî nîvro tevlî hin kesên din dixwestin ji Rojavayê Kurdistanê biçin Bakûrê Kurdistanê, ji aliyê leşkerên Tirk ve hate gulebaran kirin û bi giranî birîndar bibû, jiyana xwe jidest da. Çavkaniyan diyar kirin ku Hena zêdeyî 3 saetan li erdê maye, tevî ku embulansa Tirkan li wirbû jî ew ne birin nexweşxaneyê. Şahidên bûyerê tekez kirin ku piştî Silêman jiyana xwe  ji dest daye cenazeyê wî birine nexweşxaneya bajarê Qoser a Mêrdînê.

Şahidên bûyerê gotin ku embulansên Tirk li nêzî cihê bûyerê Silêman ranekirin nexweşxaneyê. Çavkaniyan diyar kirin ku Silêman heta amadekirina raporê li ser sînor li aliyê Bakur li erdê bû û ji aliyê leşkerên Tirk ve ne dihat rakirin.

Welatiyan metirsiya xwe anîn ziman û gotin ku, çarenûsa kesên din ên di girûpê de bû ne diyare ew nizanin hatine gitin an ji cihê bûyerê dûr ketine.