Ciwanê nota 'Ez diçim cîhadê' li dû xwe hişt ev meheke wenda ye!

Ciwanê nota 'Ez diçim cîhadê' li dû xwe hişt ev meheke wenda ye!

Ciwanê Kurd Z.T. (24) ê li Antalyayê dijî, beriya mehekê noteke "ez diçim cîhadê" li dû xwe hişt û wenda bû. Malbata Z.T. bi tirs û fikar e ku kurê wan li Rojava li dijî gelê xwe şer dike.

Z.T. yê ji sala 2011'an û vir ve dem bi dem li malên cemaetê dijiya, vê carê notek bi nivîsa "ez diçim cîhadê" li dû xwe hişt û ji holê wenda bû. Bavê Z.T. yê nexwest navê xwe aşkera bike A.T. got, "Kurê min, piştî ji holê wenda bû çend caran li diya xwe geriya û got, ew li Stenbolê ye. Lê em bi vê ne piştrast in. Tirsa min a herî mezin ew e ku cemaet, kurê min li Rojava li dijî gelê xwe dide şer kirin."

Bav A.T. ragihand ku piştî vegera kurê wî ji leşkeriyê di hal û helwestên wî de guhertin çê bûne û piştî ku çû Stenbolê û vegeriya, edî kurê wî nehatiye naskirin. Bav A.T. got, "Dema vegeriya, min kurê xwe nas nekir. Cibe, şaş, şelwer li xwe kiribû, riya xwe berda bû. Li malê destê xwe nedida xwişka xwe jî. Dema min jê dipirsî digot, 'dest dayîn heram e.' Ji bo kurê xwe ji cemaetê dûr bixînim, ez gelekî ketim nava hewldanan. Beriya mehekê nota "ez diçim cîhadê" li dû xwe hişt û ji holê wenda bû. Çend caran li diya xwe geriya û got ku ew li Stenbolê ye. Lê em baş nizanin ku ew li ku ye."

A.T. da xuyakirin ku tirsa wî ya herî mezin ewe ku kurê wî şandine nava çeteyên El Nûsra û li dijî gelê xwe şer dike û got, "Di bin navê ol de ciwanên Kurd dixapînin û tevlî cemaetê dikin. Li vir jî propaganda li dijî gelê xwe bi wan tê empozekirin. Di demên dawî de gelek ciwanan dişînin nava çeteyên El Nûsra û li dijî gelê xwe didin şerkirin. Tirsa min jî ya herî mezin tevlîbûna kurê min li nava van çeteyan e."

A.T. ragihand ku li Antalyayê cemaet xwedî xebateke gelekî mezin e û diyar kir ku bi taybetî hedefa cemaetê ciwanên Kurd e. A.T. bang li rêxistinên civakî yên demokratîk kir ku di vê mijarê de bi hestiyarî û berpirsyarî tevbigerin. A.T. ji bo hikûmeta AKP'ê jî got, "Divê hikûmet û rayedarn van xebatên cemaetê asteng bikin. Û eger piştgiriyê didin çeteyan divê tavilê dawî li vê piştgiriya xwe bînin."