Ciwanekê Kurd ji aliyê segvanên komên çekdar ve hate kuştin

Ciwanekê Kurd ji aliyê segvanên komên çekdar ve hate kuştin

Ciwanê Kurd Mûsa Mehmûd Mûsa ku li paytexta Sûriyeyê Şamê dixebitî, bû hedefa segvanên komên çekdar û jiyana xwe ji dest da.

Ciwanê Kurd Mûsa Mehmûd Mûsa (29) ji ber rewşa jiyanê ya dijwar beriya 10 salan ji bo kar ji Serêkaniyê berê xwe dabû paytexta Sûriyeyê Şamê. Mûsa Mehmûd Mûsa li Taxa Berzê ya Şamê ji aliyê komên çekdar ve hate hedefgirtin û jiyana xwe ji dest da.

Ji ber rewşa ewlekariyê ya dijwar malbata Mûsa nekarîn cenazeyê kurê xwe bînin bajarê Serêkaniyê.