Ciwanekî Amedî dayîk û xwişka xwe qetil kir
Ciwanekî Amedî dayîk û xwişka xwe qetil kir
Ciwanekî Amedî dayîk û xwişka xwe qetil kir
Li navçeya Rezan a Amedê ciwanê bi navê Selamattin Ateşal dayîk û xwişka xwe kuşt û bavê xew jî bi giranî birîndar kir.
Li navçeya Rezan a Amedê ciwanê 22 salî Selamattin Ateşal dayîk û xwîşka xwe kuşt. Ateşal, bavê xwe jî bi giranî birîndar kir. Li taxa Mevlana Halît li ser kolana 702'an ciwanê bi navê Ateşal, ji ber sedemek ne diyar bi malbata xwe re niqaş kir û gule berda serê dayîka xwe ya 50 salî Bedia xwîşka xwe ya 26 salî Tevrat Ateşal. Ateşal bavê xwe yê 51 salî Alaattîn Ateşal jî bi giranî birîndar kir. Ateşal, piştî dayîk û xwîşka xwe kuşt û bavê xwe birîndar kir, ji cihê bûyerê reviya. Alaatîn Ateşal ku bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dîcleyê.
Piştî buyerê polîsan ji bo Ateşal binçav bikin lêgerîn dan destpêkirin.