Ciwanekî din ê Helebçeyî di nav komên çete de li Rojava hate kuştin
Ciwanekî din ê Helebçeyî di nav komên çete de li Rojava hate kuştin
Ciwanekî din ê Helebçeyî di nav komên çete de li Rojava hate kuştin
Hate zanîn ciwanekî Kurd ê ji bajarê Helebçeyê di nava komên çete de, Duşema derbasbûyî li Rojavayê Kurdistanê di encama pevçûnekî de hatiye kuştin.
Li gorî serçaveyên ji kesekî nêzîkê ciwanê hatî kuştin ku nexwest navê xwe aşkera bike, ji qenala KNN re ragihandiye ku, ciwanekî Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê bajarê Helebçeyê bi navê Keywan Hisên Mihemed li sala 1990’an ji dayîk bûye, li Kolêja Silêmanî li beşê werzîşê dixwend di encama pevçûnekî li Rojavayê Kurdistanê de hatiye kuştin.
Li gorî heman çavkaniyî, ciwanê Helebçeyî beriya 3’ê mehan bi mebesta ‘Cîhadê’ derbasî Sûriye bûye. Heman serçave diyar kir ku, roja Duşema derbasbûyî di encama şerekî di navbera Yekineyên Parastina Gel (YPG) û komên çete de hatiye kuştin.
Heman kesî ragihand, ku tê payîn di van çend rojên pêş de kesûkarên wî ciwanî herin Tirkiye û li wir cenazeyê wî wergirin û bînin Başûrê Kurdistanê.
Hêjayî bi bîranînê ye, ku beriya niha jî ANF’ê nûçe bilav kiribû ku, ji heman deverê nêzîkê 80’ê ciwan bi mebesta ‘Cîhadê’ derbasî Sûriye û Rojava bûne. Hinek ji wan di encama pevçûnan de hatibûn dîl girtin û hinek jî hatibûn kuştin.