Ciwanên Amedê li dijî mêtîngerî û fihûşê meşiyan

Ciwanên Amedê li dijî mêtîngerî û fihûşê meşiyan

Meclisa Ciwanan ya BDP’a Amedê li dijî polîtîkayên asîmîlasyon, fihûş, madeyên hişber û sîxurtiyê meşiyan.

Bi sedan ciwan li Taxa Korhat ya Rezanê heya Çar riyanê meşiyan û di meşê de bênavber sloganên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan Fedaiyên Apo ne” qîr kirin û pankartên “Ji pêkanînên mêtîngeriyê re na”, “Em Berxwedana Rojava Silav dikîn”, “Rêbertiya Azad, Ciwanên Azad û Pêşeroja Azad”, “Li Dijî Tacîz, Tecawiz û Mêtîngeriyê Jinên Ciwan li Qadanin” hilgirtin.

Li ser navê ciwanên ku li rexmî hemû astengiyên polîsan meşiyan, Seher Oçûn daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, encamên ku bi salan birêya şer li Kurdistanê nehatin bidest xistin, dixwazin bi rêya polîtîkayên têk birina aborî, civakî û çandî bidest bixin û wiha berdewam kir: “Em duh jî dît û îro jî weke tê dîtin ev polîtîka encam nagirin. Me çawa li hemberî şer û êrîşên tunekirinê bi qehremanî li ber xwe da, îro jî em dê li gorî pêvajoyê cihê xwe diyar bikin û bibiryarin ku bi awayek herî aktîf bikevin nava tekoşînê.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, tê zanîn ku di armanca van hemûyan de ciwan heye, bi çanda dejenere dixwazin ciwanekî hatî helandin biafirînin û pêşxistina polîtîkayên têkbirinê ên weke, helandin, fihûş, madeyên hişber, sîxurtî, bêkarî û dizî hinek van in.

Di dawiya daxuyaniya çapemeniyê de hate gotin ku, damezirandina civakekî demokratîk erkê sereke yê ciwana ne û hate diyarkirin ku, ji ber vê çendê li Kurdistanê ciwanên Kurd dê neyêne dagirkirin û mêtîngeriyê jî nedin jiyan kirin.