Ciwanên Amedî bi konserekê silav dan şoreşa Rojava

Ciwanên Amedî bi konserekê silav dan şoreşa Rojava

Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Amedê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û silavdayîna li şoreşa Rojava, konserek lidar xist.

Konser êvara Çarşemê li Parka Daristanê ya Amedê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê destpê kir.

Dûre endama Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Amedê Seher Oçûn axivî û diyar kir ku bi çêkirina qereqol û bendavên nû re hikûmeta AKP'ê bêsamimiyeta xwe ya li pêşberî pêvajoya çareseriyê nîşan daye û got, "Emê vê nêzîkatiyê qebûl nekin. Li gel hemû ciwanan emê xwe li her qadê birêxistin bikin û bi hikûmetê gavan bidin avêtin."

Oçûn da xuyakirin ku dewleta Tirk li gel hêzên paramîlîter li Rojavayê Kurdistanê şerê qirêj dimeşîne û berxwedana YPG'ê silav kir.

Li ser navê Komeleya Xwendekaran a Azad a Zanîngeha Dîcleyê Sema Aydin jî bal kişand ser zexta polîsan a li zanîngehan dikin û destnîşan kir ku ev yek dê wan têk nebe û ewê têkoşîna xwe dewam bikin.

Li dû axaftinan, koma Erbanê ya ser bi Navenda Çandê ya Dîcle-Firatê derket ser dikê. Dûre Xelîl Omerî, Koma Nûjiyan û Koma Duo-Der berhemên xwe pêşkêş kirin û konser bi dawî bû.