Ciwanên Arjantînî ji bo Ocalan dest bi kampanya îmzeyan kirin
Ciwanên Arjantînî ji bo Ocalan dest bi kampanya îmzeyan kirin
Ciwanên Arjantînî ji bo Ocalan dest bi kampanya îmzeyan kirin
Baskê Arjantînê yê Tevgera Ciwanan a Che Guevara di Kongreya xwe ya 8. de biryar da biçe serdana gerîlayên HPG'ê. Tevgerê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyê dest bi kampanya îmzeyan kir.
Baskê Arjantînê yê Tevgera Ciwanan a Che Guevara, berî çend rojan li Arjantînê Kongreya xwe ya 8. lidar xist.
Di daxuyaniya piştî kongreyê de hat gotin, "Em têkoşîna hevalên PKK'yî dimeşînin ji nêz ve dişopînin" û hat destnîşankirin ku weke Tevgera Ciwanan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyê, dest bi kampanya îmzeyan dikin.
Ji bo kampanyayê navê; "Ji bo azadiya Ocalan li Emerîka Latîn 2 milyon îmze" hat lêkirin.
Der barê kampanyayê de hat gotin, "Emê vê kampanya îro em didin destpêkirin li her devera Arjantînê belav bikin û bi şiyara 'Azadî ji Ocalan re, aştî ji Rojhilata Navîn re, ji bo tevahiya cîhanê şoreş û sosyalîzm' bimeşînin."
Di kongreyê de biryar hat dayîn, gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) werin ziyaretkirin.
Tevgera Ciwanan her weha destnîşan kirin ku ew bi têkoşîna gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê serbilind û bi rûmet in.