Ciwanên Cerablusê bi tabûra Mûfîd Şihadê beşdarî Burkan El-Firat bûn
Ciwanên Cerablusê bi tabûra Mûfîd Şihadê beşdarî Burkan El-Firat bûn
Ciwanên Cerablusê bi tabûra Mûfîd Şihadê beşdarî Burkan El-Firat bûn
Ciwanên bajarê Cerablusê ku koçberî herêma Kobanê bûne, tabûreke xwe bi navê Şehîd “Mûfîd Şihadê” ava kirin û beşdarbûna xwe ya Navenda Operasyona Hevbeş a Burkan El-Firat ragihandin.
Bi armanca berxwedana li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, ciwanên bajarê Cerablusê ku ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê koçberî herêma Kobanê bûne, tabûreke xwe bi navê şehîdekî bajarê xwe “Mûfîd Şihadê” ava kirin. Mûfîd Şihadê di şerê rizgarkirina “Medresêt El-Mûşat” a li devera Muslimiyê ya bajarê Helebê de jiyana xwe ji dest dabû.
Fermandarê Giştî yê tabûra Mûfîd Şihadê bi daxuyaniyekê û bi awayekî fermî beşdarbûna tabûra xwe ya Burkan El-Firat ku ji Tugayên Artêşa Azad û Hêzên YPG’ê pêk tê, ragihandin û diyar kir ku ew li rex wan şer li dijî çete û hovên DAIŞ’ê bikin.
Tabûra Şehîd Mûfîd Şihadê ji 40 şervanan pêk tê û dê bi navê Navenda Operasyona Hevbeş a Burkan El-Firat de berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li rojavayê herêma Kobanê bike û dê bajarê Cerablusê bi temamî ji destên çeteyan rizgar bike.