Ciwanên Cizîrê li dijî asîmîlasyonê bi meşaleyan meşiyan

Ciwanên Cizîrê li dijî asîmîlasyonê bi meşaleyan meşiyan

Li Cizîrê endamên YDG-H'ê di çarçoveya kampanya "Ji asîmîlasyon, fûhûş, narkotîk û sîxuriyê re na, ji Ocalan re azadî" û bi daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê meşa meşaleyî pêk anîn. 

Komek ji endamên Tevgera Ciwanên Demokratîk û Welatparêz (YDG-H), li tenişta Navenda  Tenduristiyê ya Taxa Cûdî li hev kom bûn û di çarçoveya kampanya "Ji asîmîlasyon, fûhûş, narkotîk û sîxuriyê re na, ji Ocalan re azadî" û bi daxwaza perwerdiya bi zimanê dayikê meşa bi meşale pêk anî. 

Ciwanan di meşa meşaleyî de pankarta bi nivîsa "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye" vekirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK-KCK û YDG-H'ê hildan. Komê di meşê de bê navber dirûşmên "Ji Ocalan re azadî", "Bijî serok Apo", "Em perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin" û "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin. Welatiyên ku derketin ber derî û şaneşînan jî piştgirî dan çalakiyê. Komê piştî meşê daxuyanî da û belav bû.