Ciwanên Cizîrî heta serê sibê bi polîsan re pev çûn

Ciwanên Cizîrî heta serê sibê bi polîsan re pev çûn

Pevçûnên navbera ciwanên Cizîrê û polîsên Tirk ên ji ber protestokirina kuştina Sînan Saltikalp ê 17 salî rû dan, heta derengiya şevê dewam kirin.

Komek ciwanên Cizîrî kuştina ciwanê 17 salî Sinan Saltikalp ku 4 meh berê polîsan bi maşîneya zirxî lê dabûn û 2 roj berê jiyana xwe ji dest da, bi çalakiyekê şermezar kirin. 

Şevê din, ciwanan li ser gelek rê û kolanan bend danîn û rê li trafîkê girtin. Ciwanên ku rê girtin, rastî destwerdana polîsan a bi ava şid û maşînên zirxî yên TOMA hatin. 

Ciwanan bi molotofkokteyl û keviran bersiv dan destwerdana polîsan. Ji ber ku polîsan gelek bombeyên gazê li nava kolanan û taxan bikar anîn, tax û kolanên navçeyê di bin dûxanê de man.

Pevçûna di navbera polîs û ciwanan de heta derengê şevê dewam kir. Polîsan li hin cihan guleyên rastîn bikar anîn.