Ciwanên Efrînê ji bo YPG'ê meşiyan
Ciwanên Efrînê ji bo YPG'ê meşiyan
Ciwanên Efrînê ji bo YPG'ê meşiyan
Tevgera Ciwanên Şoreşger li Efrînê bi armanca piştgiriya YPG’ê û şermezarkirina êrîşên komên çete, meşek lidar xist.
Meşa ciwanan ji ber navenda Tevgera Ciwanên Şorşger a Efrînê destpê kir. Ciwanên ku bê navber diruşmeyên dilsoziya bi hêzên YPG’ê re berz kirin, heta Sêgoşe Raco ya Efrînê meşiyan.
Meşvanan pankartên ku berxwedana Cindêrisê silav dikirin, alên YPG’ê û posterên şervanên YPG’ê yên di pevçûnên Cindêrisê de jiyana xwe jidest dabûn vekirin.
Di dawiya meşê de Endama Kordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Sema Sariya axivî û da zanîn ku ciwan amade ne di nava hêzên YPG’ê de cihê xwe bigirin.