Ciwanên Efrînê li dijî êrîşên çeteyan xwepeşandanek pêk anîn
Ciwanên Efrînê li dijî êrîşên çeteyan xwepeşandanek pêk anîn
Ciwanên Efrînê li dijî êrîşên çeteyan xwepeşandanek pêk anîn
Tevgera Ciwanên Kurd a Efrînê bi munasebeta Roja Mafên Mirovan a Navneteweyî xwepêşandanek lidar xist. Ciwanan êrîşên komên çeteyên El Qaîdeyê şermezar kirin.
Bi munasebeta Roja Mafên Mirovan a Navneteweyî, endamên Tevgera Ciwanên Kurd li Efrînê xwepêşandanek lidar xistin. Bi dehan endamên Tevgera duh Ciwanan li Otestrada Raco hatin cem hev. Ciwanan di çalakiya xwe de pankartên bi nivîsên li dijî çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) vekirin.
Di xwepêşandanê de Endamê Tevgera Ciwanên Kurd Ehmed Reşo axivî û got ku ew bi munasebeta roja mafê mirovan wekî hemû neteweyên din ên herêmê çalakiyan lidar dixin û da zanîn ku mafê her kesî ye bi azadî û rûmet bijîn. Reşo, êrîşên komên çete yên DAIŞ'ê yên li dijî gelê kurd şermezar kirin.