Ciwanên Ereb yên Cerablus tevlî YPG’ê dibin

Ciwanên Ereb yên Cerablus tevlî YPG’ê dibin

Ciwanên ji eşîra Cewadir a Ereb ên ji bajaroka Cerablus tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûn û li dijî êrîşên Deweta Îslamî ya Iraq û Şamê/Cebhet El-Nusra şer dikin. Yek ji wan ciwana bi nave Muhemed El Cadirî dibêje El Nusra ji berjewendiye rejîma Baas tevdigere.

Li herêma Kobanê ku mîna deverên din ên Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşên çekdarên Dewleta Îslamî/ El-Nusra tên û ji hemû pêkhatiyên herêmê li dijî wan komên çeteyan şer hene. Balkêşe di demek ku hinek partiyên nava ENKS’ê yê Kobanê xwe aliyê sêyem didin diyar kirin û komkujiya Kurdan li Girê Spî, Til Eran, Til Hasil wek encamên şerê YPG û El Nusra didin nîşandan, ciwanên Ereb ji parastina Rojava şer dikin. YPG wek hêza parastina Rojavaya Kurdistan û Kurd, Ereb, Aşûr, Ermen, Tirkmen, Çerkesane, hemû pêkhateyan cihê di nawa YPGê digrin. Di nava şervanên YPG’ê gelek ciwanên ji eşîreya Cewadira yên ji herêma Cerablus, bersiva êrîşan didin. Yek ji wan ciwanan binavê Muhened El Cadirî yê ji eşîreya Cewadira di şerê Zor Mixer yê 40 km dikeve rojavayê Kobanê birîn biye dide diyar kirin ew li gel birayê xwe ye.

‘EZ LI GEL BIRAYÊ XWE ME’

Şervanê YPG’ê Muhemed Elcadirî ji Ajansa Nûçeyan a ANHA’yê re axivî û diyar kir ku, ew li kêleka birayê xwe yê kurd di heman çeperî de li dijî êrîşên El-Nusra ku, dixwaze pêkhateyên Sûriyeyê ji hev qut bike şer dike. Muhemed El Cadirî da zanîn ku, gelê Kurd û Ereb bi sedan salan di heremê de jiyan dikin û ev tişt got “Ji eşîra me niha 20 kes di nava hêzên YPG’ê de ne û li dijî êrîşên El-Nusra şer dikin. Çinkî em YPG’ê hêza parastina hemû Erebane jî.”

Muhemed Elcadirî da zanîn ku, wan dît ku hêzên YPG’ê parastina hemû pêkhateyên heremê dike û ev tişt got; “Me rastî û duristiya hevalên YPG’ê dît, ev hêz li gorî exlaqê rast a şoreşa Sûriyeyê tevdigere. Hêzên YPG ji bo sivîl nebin qurban pir bihaydarî tevdigerin û tu carî êrîşî kesên nakin, bes dema êrîş tên ser gel, parastinê dike.”

‘MALA MIN TALAN KIR Û MALBATA MIN KOÇBER KIRIN’

Ciwanê ji Eşîra Cewadira û şervanê YPG’ê Muhemed Elcadirî destnîşan kir ku, çeteyên El-Nusra mala wî talan kirine û malbata wî jî koçber kirin û ev tişt got; “Çeteyên El-Nusra êrîşî me kirin, malên me talan kirin.  Malbata min neçar ma koçber bibe û gelek kes ji eşîra me revandin.”

‘EL NUSRA JI BO BERJEWENDIYÊ BAAS TEVDIGERE’

“El-Nusra ji bo berjewendiyên rêjîma Baas tevdige. Ez li Helebê di nava Artêşa Azad de bûm, me dixwest Dibistana Leşkerî ji rêjîmê rizgar bikin. Me li dijî rejîmê şer dikir. Li El Nusra jiber me li herêmê rejîmê tengav kiri bû, fermandarê me Yûsif El Cadir (Ebû Firat) girtin û îşkence lê kirin heta şehîd ket. Piştre cenazeyê wî avêtin ser riyekî. Li wir jî diyar bû ku, El Nusra rejîmê diparêze.’’

’EMÎRÊ EL-NUSRA JI MISRÊ YE’

Muhemed El Cewadirî bal kişand ku emîrê Cebhet El-Nusra yê herêma Cerablus ji Misrê ye, navê wî Ebû Hefse û ev tişt got; “Emîrê El-Nusra ji Misrê ye û herdem ji gelên Sûriyeyê bi hev re şer bikin fîtneyan dike.  Ev yek pir min aciz dike, ne ji mafê mirovekiye, ji Misrê mudaxeleyî nava rewşa Sûriyeyê bike. Şoreşa Sûriyeyê bi destê gelê Sûriyeyê destpê kiriye, ne ji mafê tu kesî ye ku mudaxele bike.”

Di dawiyê de axaftina xwe de Muhemed El Cadirî destnîşan kir ku hema baş bibe dê vegere qadên şer û li gel birya yê xwe yê Kurd re, wê şerê El-Nusra bike.

Balkêşe di demek ku hinek partiyên nava ENKS’ê yê Kobanê xwe aliyê sêyem didin diyar kirin û komkujiya Kurdan li Til Ebyed, Til Eran, Til Hasil wek encamên şerê YPG û El Nusra didin nîşandan, ciwanên Ereb ji parastina Rojava şer dikin.