Ciwanên Geverê û polîs bi şev pev çûn
Ciwanên Geverê û polîs bi şev pev çûn
Ciwanên Geverê û polîs bi şev pev çûn
Li navçeya Colemêrg Geverê, ji bo gerîlayên HPG'ê Tekin û Bor meşa meşaleyî hat lidarxistin. Ji ber destwerdana polîsan, pevçûn derket û heta derengiya şevê dewam kir.
Li navçeya Colemêrg Geverê, komek ciwan bi wesîleya 1. salvegera ji destdayîna jiyanê ya gerîlayên HPG'ê Mehmet Tekin û Necman Bor li taxa Esentepeyê meşek meşaleyî pêk anîn.
Polîsan dest li meşa ciwanan werdan û li ser vê yekê di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket. Ciwanên ku li kolan û kuçeyan bend danîn û agir dadan, rastî destwerdana polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hatin. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî, kevir û molotofan bersiv dan polîsan. Bi destwrdana polîsan re şer dijwar bû û li nava kolanan belav bû. Ji ber ku polîsan zêde bombeyên gazê bikar anîn li ser taxê ewrên gazê bilind bûn. Pevçûna di navbera polîs û ciwanan de heta derengê şevê berdewam kir. Di pevçûnê de polîsan gelek caran çekên rastîn jî bikar anîn. Gelek maşîneyên zirxî ku ji Fermandariya Tugaya Geverê dihatin rastî berxwedana ciwanan a bi keviran hatin. Ciwanan dema konvoya leşkeran derbas bû siloganên "Bijî serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin.