Ciwanên ku nekarîn biçin Rimêlanê di çalakiya rûniştinê de ne

Ciwanên ku nekarîn biçin Rimêlanê di çalakiya rûniştinê de ne

Ciwanên ku îro dê jib o tevlî 3’mîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd bibin çûban Rojava, li deriyê sînor yê Peşabûrê hatin vegerandin, biryar girtin ku heya destûrê bidin ew dê li ber buroya têkiliya bi hikumetê re ya li Dihokê çalakiya rûniştinê pêk bînin.

80 nûnerên girêdayî 12 rêxistinên ciwanan yên xwestin ji bo tevlî 3’mîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd ya dê sibe li Rimêlanê pêk bê derbazî Rojava bibin, li deriyê sînor yê Peşabûr (Rojava-Herêma Federal ya Kurdistanê) bi hinceta ku hikumeta herêmî destûr nedaye vegerandin. Midûrê deriyê sînor yê Peşabûrê Şewket Barbuharî bi ciwanan re hevdîtin pêkanî û got: “ Heta ku ji jor agahî neyê ez destûr nadim. Ez jî li benda agahiya hikumetê me.”

Ciwanên ku ji Peşabûrê vegeriyan Dihokê li ber buroya têkiliyên bi hikumetê re (Mekteb Elaqet) kombûn. Nûnerên ciwana li gorî demjimêra herêmî di 21.00’an de jib o rewşê binirxînin kombûn û biryar girtin ku, heta ew destûr bidin di rêya fermî de derbaz bibin ew dê li ber Mekteb Elaqetê çalakiya rûniştinê pêk bînin.

Di nav de rêxistinên ciwanan yên di bin ya YNK, Tevgera Goran, Hizbî Zehmetkêşan û PÇDK’ê heyî 12 rêxistinên ciwanan biryar girt ku, tevlî 3’mîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd ya sibe dê li Rimêlanê pêk bê bibin, hinek rêxistinên ciwanan yên girêdayî PDK, Yekgirtûyî Îslamî, Komalayî Îslamî û Hizbî Şûî bi hinceta ewlekariyê biryar girt ku tevlî konferansê nebin.